Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin 2024-01-25 16:19:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku heta hedefên xwe pêk tînin dê li her qadê li ber xwe bidin û wiha gotin: “Em jin dê Rêberê xwe azad bikin.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.   WAN   Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 52’yan de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê yên herêma Serhedê, endamên meclisa partiyê, rêveberiya navçeya Gevaşê û gelek kes hatin serdana nobetê.    'HETA OCALAN AZAD DIBE DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di nobetê de axivî û wiha got: “Em ji we minet in. Ev 10 sal in hûn bênavber li dijî vê zilm û zextê têdikoşin. Bi qasî ku hêza me hebe em ê li cem we dayikan cih bigirin. Em ê têkoşîna ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan tenê li ser milê girtiyên siyasî nehêlin. Em li ber hemû dayikan soz didin ku dê vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî û mezin bi cih bînin. Heta birêz Ocalan azad dibe dê ev têkoşîna me bidome. Heta ku pirsgirêka kurd tê çareserkirin em ê vê têkoşînê mezintir bikin. Ev 10 sal in em bi vîneke mezin li dijî vê zilmê disekinin û dê bi hêza vê îradeyê azadiya birêz Ocalan pêk bînin û pirsgirêka kurd çareser bikin. Em siyasetmedar amade ne ku peywirên dikevin ser milê me bi cih bînin.”    Nobet, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dom kir.   MÊRSÎN   Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 53’yan de berdewam kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal, namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê tev li nobetê bûn.    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren di nobetê de axivî û got ku çalakiya wan ev 2 meh in didome. Eren, wiha domand: “Heta ku tecrîda li ser Rêberê me radibe dê nobeta me bidome. Bi wê hêviyê me ku heke bi rêberê me hevdîtin were kirin dê aştî bê Tirkiyeyê û ev şer bi temamî bisekine.”    DAXWAZ ZELAL E: AZADÎ   Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal jî çalakiyên rojiya mirinê yên li Zindana Amedê hatin lidarxistin bi bîr xist û wiha domand: “Girtî baş dizanin ku ev rewş ne rewşekî qanûnî ye. Ev yek, nêzikatiya wan a li dijî çareseriya pirsgirêka kurd e. Nêzikatiya li dijî Îmraliyê çawa be, ya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd jî heman e. Daxwaza azadiya birêz Ocalan pir bi zelalî tê kirin.”    Piştre jî çalakvanên nobetê derbasî Eywana Dawetan a Şahê û tev li “Panela Azadiyê ya Jinê” bûn.    EDENE   Li Edeneyê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (AATUHAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û di roja 53’yan de berdewam kir. Çalakvan, çûn Mêrsînê û tev li “Panela Azadiyê ya Jinan” bûn.    MÊRDÎN   Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Gelek kes îro hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û ji Dayikên Aştiyê Şukriye Çetîn diyar kir ku ew dixwazin Ocalan û hemû girtî bên berdan. Çetîn, da zanîn ku neviyê wê wê jî di girtîgehê de ye û ev tişt anî ziman: “Heta ku em sax bin dê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Tu derdên me nekişandîn neman. Heqê tu kesî nîne vê ezyetê bi me dide kişandin. Bila aştiyeke birûmet pêk bê û şer bidin sekinandin. Em azadiya Serok dixwazin.”    Nobeta Edaletê bi gotina stranan berdewam kir.    AMED    Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 52’yan de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Hezroyê û namzetên Hevşaredariya Hezroyê Hasîbe Yazdik û Erhan Guven û xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Kesên tev li çalakiyê bûn stranên berxwedanê gotin û helbest xwendin.    Di dema nobetê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, "Bê Serok jiyan nabe” û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.   STENBOL    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 44’an de li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayîstin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    Rêxistina DEM Partiyê ya Ataşehîrê û gelek jin îro hatin serdana nobetê.    ‘JI PARADÎGMAYÊ DITIRSIN’   Di çalakiyê de beşdaran bal kişand ser têkoşînê û polîtîkaya dewletê vegotin. Welatiyan gotin ku dewlet ji jinan ditirse û ev tişt anîn ziman: “Ji paradîgmaya jinê ya rêberê me Abdullah Ocalan ditirsin. Mêtinger û dewleta dagirker ji hêza jinan û Rêberê me ditirse. Heta ku jin azad nebin dê tu kes ji me azad nebe.”    Gelek jinan jî piştgirî dan çalakiyê. Jinan, got: “Divê em li dijî înkara dewletê hêj bêhtir li ber xwe bidin. Zarokên gelê kurd gelek bedel dan. Divê em jî hêjayî berxwedan û têkoşîna wan bin. Ji Rêberê me agahî nayên girtin. Dewlet bi xwe jî dizane ku çareserî li Îmraliyê ye. Em jin dê rêbertiya xwe azad bikin. Heta ku em armanca xwe pêk tînin jî têkoşîna xwe bidomînin.”    ÎZMÎR   Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 14’an de li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Egeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.   Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, rêveberên partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê.    'DIVÊ EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN LI ÎMRALIYÊ DENGÊ XWE DERXÎNIN’    Parlamenter Burcu Gul Çubuk anî ziman ku xizmên girtiyan tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe didomînin. Çubuk, diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Lê belê faşîzma AKP-MHP’ê li gorî xwezaya xwe di nava bêdengiyeke mutleq de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê li girtîgehan zext, tecrîd û sirgun zêde kirine. Ji roja grevên birçîbûnê dest pê kirin heta niha li Girtîgeha Menemenê cezayên qedexeya hevdîtina bi malbatan re tên dayîn. Divê em bêdengiya heyî ji holê rakin. Divê em li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê dengê xwe xwe derxînin.”    'BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Ji Dayikên Aştiyê Nufusa Ataç jî destnîşan kir ku gelek caran bi daxwaza edaletê nobet girtine û ev tişt anî ziman: “Li gorî keyfa xwe nêzî edaletê dibin. Em ji bo rakirina tecrîda li ser rêbertiyê li vir in. Nahêlin Rêbertî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev tişt ne tiştekî însanî ye. 40 milyon kurd hene. Heta ku tecrîda li ser wî bi dawî dibe jî dê çalakiyên me bidomin. CPT û Ewropa çima bêdeng in? Em dixwazin ku êdî dengê xwe derxînin û tecrîdê bidin rakirin.”    Hevserokê DEM Partiyê yê Menemenê Ekrem Karakoç jî got ku heta gelê kurd azad nebe dê gelê tirk jî azad nebe.