ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-25 09:00:01   * Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak ku ji bo bi girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan e, bal kişand ser giringiya rola Abdullah Ocalan ya li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Ocalan rabe û aşitî pêk bê.   * Delegeyên tev li hilbijartina gel bûn anîn ziman ku ew fikrên Ocalan dipejirînin û xwestin ku Ocalan azad be.   * Malbatên girtî Emîn Çetîntaş û Omer Faruk Yaprak ên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo meseleya kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin di greva birçîbûnê de ne, gotin: "Ji bo daxwazên girtiiyan bi cih bê divê di demeke herî kurt de tecrîd bi dawî bibe."   * Serokê Şaxa Emeklî-Senê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît diyar kir ku sala 2024'an wê bibe ew sal ku gel mehkûmî birçîbûn û mirinê bê kirin û got: "Malnişîn ji bo nemirin, gava bazara taxê belav dibe, diçin çopên li bazarê tev didin."    * Ji parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dan Mehdî Zana Kaya got: "Heta ku tecrîd hebe dê şer jî hebe û dê mirov bimirin. Lewma rabûna li dijî tecrîd,  mafê aştiyê yê vê civakê ye."    * Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Guçlu Sevîmlî diyar kir ku divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê û baro li dijî tecrîda li Îmraliyê bikevin nava hewldanan.   *Danişîna doza Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00)   * Têkildarî Serokê Partiya Gel a Demokrasiyê (HADEP) ê Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebûbekir Denîz ku di 25’ê çileya 2001’ê di bin çavan de hatibûn windakirin, dê li Silopiyayê daxuyanî were dayîn. (10.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dê îro jî bidome. (11.00-17.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û rêxistinên civaka sivîl dê ji bo piştevaniya bi çalakiya li girtîgehan, dê ji bo 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixe. Têkildarî mijarê dê li avahiya partiyê daxuyanî bê dayîn. (12.30)   * Tevgera Jinên Azad (TJA) dê li Eywana Dawetan a Şahê ya Mêrsînê “Panela Azadiyê ya Jinan” li dar bixe. (13.00-15.00)