Di êrişa li dijî wesayîtê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest da 2024-01-24 23:54:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û got ku balafirên bêmirov ên dewleta tirk li ser rêya Qamişlo û Hesekê wesayîteke wan hedef girtiye û di encamê de endamekî wan jiyana xwe ji dest daye û 3 endamên wan jî birîndar bûne.   Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hedefgirtina wesayîteke wan a li ser rêya Qamişlo-Hesekê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Îro (24ˊê Çile) piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov li ser rêya navneteweyî ya ku bajarê Qamişlo û Hesekê bi hev ve girê dide, erebeyeke (VAN ) a hêzên me kir armanc, di encamê de endamekî me şehîd bû û 3 endamên din jî birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.   Armanca sereke ya dagirkeriya Tirk ji hedefgirtina hêzên me ew e ku ewlehî û aramiya gelê me xerab bike .Hêzên me ya şopandina hemû sûcdar û her kesê ku dixwaze fitnê û tirsê di nava civakê de belav bike, rê li ber digire.   Ev hedefgirtin wê nikaribe me ji pêkanîna karê me bi dûr bixe. Em ê ji her demê zêdetir kar bikin ji bo ewlehî û aramiyê li herêmên me."