Avahiya pirxesar bi ser kepçeyê de hilweşiya 2024-01-24 16:28:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mereşê avahiyeke ku di erdhejê de xesareke mezin gihiştibûyê bi ser makîneya kar de hilweşiya û operatorê kepçeyê di bin kavilan de ma.    Avahiyeke 7 qat a li navçeya Dulkadîroglû ya Mereşê ku di erdhejê de xesareke mezih gehiştibûyê, di dema hilweşandinê de bi ser kepçeyê de hate xwarê. Operatorê kepçeyê di bin kepçeyê de ma. Ji bo rizgarkirina operatorî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin destpêkirin.