Tedawiya Sadiye Demîrtaş a li beşa lênêrîna awarte didome 2024-01-24 16:03:43 AMED - Dayika siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş ji ber enfeksiyonê girtibû rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wê ya li beşa lênêrîna awarte didome.    Dayika Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş, Sadiye Demîrtaş ku enfeksiyonê girtibû rewşa wê giran bû û ji 10’ê çileyê ve tê tedawîkirin. Demîrtaş, ev 5 roj in li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyeke li Amedê tê tedawîkirin.    Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, ji ber nexweşbûna dayika xwe serlêdan kir. Daxwaza wî hat qebûlkirin û duh anîn Amedê. Demîrtaş, heta demekê li cem dayika xwe ma û piştre dîsa birin girtîgehê.    Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Demîrtaş, li gorî rojên berê baştir e.    GELEK NEXWEŞIYÊN WÊ HENE   Dr. Şehmus Gokalp têkildarî rewşa tenduristiyê ya Demîrtaş agahî da. Gokalp, da zanîn ku bi salên duvdirêj e nexweşiyên dayik Demîrtaş hebûn û wiha domand: “Ev 30 sal in nexweşiya wê ya tansiyonê heye. Di sala 2016’an de tansiyonê gurçikên wê xerab kir. Ev 9 sal in nexweşiya gurçikan a kronîk pê re heye. Di 5 salên ewil de me hewl da bi rêya derman, diyet û egzersîzan vê pêvajoyê bidomînin. Jineke pir bi disiplîn e. Li gorî diyetê tevgeriya û di dema xwe de dermanên xwe girt. Nexweşiya wê ya guatrê pê re heye. Ji salên xwe yên ciwantiyê ve emeliyat bûye. Dermanên xwe bi kar tîne. Çendek sal berê ji ber fetqa piştê emeliyat bûbû. Taybetiyên her dayikeke kurd, ezyeta kişandî, êş û elem... ev yek jî mirûzê wan nexweş dike.”    MIRINA HEVJÎNÊ WÊ BANDOR LÊ KIR   Gokalp, got ku di salên dawî de pirsgirêkên tenduristiyê yên Demîrtaş zêde bûne û wiha bi dawî kir: “Piştî wefata apê Tahir (hevjînê wê ye), gelek pê êşiya. Xwest teqez tev li şînê bibe. Demekî pir kin li wir ma. Di wê navberê de enfeksiyonê girt. Ji pandemiyê bibandor bû. Di nava 10 rojên piştî şînê de rewşa wê nebaş bû. Me li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl tedawî kir. Li beşa lezgîn mudaxileya ewil hate kirin. Di 9-10’ê çileyê de me rakir nexweşxaneyê. Piştre me sewqî vir kir. Piştî tedawiya 5 rojên ewil niha rewşa wê hinek baştir e. Li beşa lênêrîna awarte tê tedawîkirin. Bi hatina kurê xwe gelek keyfxweş bû û mirûzê wê pir xweş bû. Li gorî min ev baş li wê hat. Heke rewşa wê ber bi başiyê ve biçe em ê demek piştre ji beşa lênerîna awarte derxînin. Îro li gorî duh baştir e. Mîna her dayikên girtiyan, dayika Sadiye jî bi hesreta berdana kurê xwe dijî.”