Rêxistinên hiqûqê bang li Îranê kirin: Zextên li ser parêzeran bi dawî bikin 2024-01-24 15:23:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên hiqûqê bi boneya Roja Parezêrên di Xetereyê de daxuyanî dan. Rêxistinan, dan zanîn ku ji îlona 2022’yan ve li Îranê herî kêm 66 parêzer hatine binçavkirin û girtin û wiha bang kirin: “Dawî li zexta xwe ya li ser parêzeran bînin.”    Rêxistinên hiqûq û mafên mirovan li gelek bajaran bi boneneya 24’ê Çileyê Roja Parêzerên di Xetereyê de daxuyanî dan. Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Îzmîrê li pêşiya edliyeyê daxuyanî dan. Daxuyanî diyarî parêzerên îranî hate kirin û pankarta “Zexta li ser parêzeran bi dawî bikin” hate vekirin. Her wiha wêneyên parêzerên hatine qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşma “Parastin bêdeng nebû dê bêdeng nebe” hate berzkirin.    Ji parêzerên ÇHD’î Aytekîn Aktaş bal kişand ser zehmetiyên parêzer li Îranê dijîn. Aktaş, da zanîn ku piştî qetilkirina Jîna Emînî zextên li ser parêzeran girantir bûne. Aktaş, got ku parêzer Saleh Nîkbakht jî ji ber parêzertiya malbata Jîna Emînî kiriye bi îdiayên “propagandaya li dijî rejîmê” hatiye cezakirin. Bi domdarî Aktaş diyar kir ku ji ber çalakiyan bi sedan parastvanên mafên mirovan hatine binçavkirin û girtin û hempîşeyên wan hêj jî girtî ne. Aktaş, wiha domand: “Ji îlona 2022’yan heta niha herî kêm 66 parêzer hatin girtin û binçavkirin. Ji parêzeran li 11’an cezayê girtîgehê hate birîn û 47 jî bi bedela pereyekê zêde bi kefaletê hatine berdan. Divê hikûmeta Îranê dawî li van zextên xwe bîne û hemû hempîşeyên me yên girtî berde.”    EDENE   ÇHD, ÎHD û Baroya Edeneyê jî li eywana avahiya edliyeyê ya ji bo parêzeran hatiye veqetandin daxuyanî dan. Serokê ÇHD’ê Baran Taygun Metîn pirsgirêkên parêzer li Îranê dijîn û zextên li ser wan vegot. Metîn, ev pêşniyar û daxwaza kir:    “* Divê hikûmeta Îranê dawî li mudaxile û sepanên xwe yên astengkirin, tacîz û mudaxileyên nerewa bîne û derfetan amade bike ku parêzer bikarin hemû karên xwe yên pîşeyî bi cih bînin. Divê ji ber peywira xwe, gef li parêzeran neyên xwarin. Divê darizandinên ji ber xebatên pîşeyî bên bidawîkirin û parêzerên girtî bên berdan.    * Divê parêzer ji ber doza lê dinêrin neyên tawanbarkirin.    * Divê lêpirsînên disiplînê yên derheqê parêzeran de ji hêla komîteyeke disiplînê ya serbixwe ve bê meşandin. Divê hikûmeta Îranê nekare yekser yan jî neyekser mudaxile bike.    * Divê ji ber nîjad, reng, zayend û hwd. li dijî parêzeran cihêkarî neyê kirin.    * Hikûmeta Îranê divê dema gef li parêzeran tê xwarin, ewlehiya wan biparêze.    * Hewceye parêzer ji ber parastinên xwe yên nivîskî û devkî rastî tacîzên darazî neyên.    * Divê hikûmeta Îranê mafên xwebirêxistinkirin û civînê yên parêzeran mîsoger bike.    * Divê hemû kes bikare ji bo parastina mafên xwe xwe bigihînine parêzer û xizmetên hiqûqî. Ji bo van maf û xizmetên hiqûqî, divê fînansmaniya wê bê mîsogerkirin.    * Ji bo ku parêzer bikarin bi awayeke bibandor mafên miwekîlên xwe biparêzin, divê tevahiya agahî û dosyayan pê re bên parvekirin û bikarin xwe bigihînin belgeyan.