30 sal in rêya gundê Bafê nayê çêkirin 2024-01-24 09:03:44 ŞIRNEX - 30 sal in rêya gundê Bafê yê navçeya Hezexê nayên çêkirin. Şêniyên gund gotin ku ji ber ku ew raya xwe nadin AKP'ê rêya wan nayên çêkirin.    Polîtîkayên dijminane yên desthilata AKP'ê yên li dijî kurdan di her warên jiyanê de xwe didin der. Gundê Bafê yê girêdayî navçeya Hezexê ya Şirnexê ku nifûsa wê 650 kes e û di sala 1928'an de ava bûye, 30 sal in rêya wê nayê çêkirin. Gundê Bafê ku ji navenda navçeya Hezexê 15 kîlometre dûr e, şênyên wê bi derfetên xwe rêyê çêdikin. Tevî hemû serlêdan û daxwazên gundiyan jî ev daxwaza wan nayê pêkanîn. Lê belê balkêş e ku di heman gundî de amadekariyên çêkirina qûleyên leşkerî tên kirin û ji bo wê jî rê rê tên çêkirin. Şêniyên gund bertek nîşanî neçêkirina rêyên wan dan û gotin ku ji ber ku ew dengê xwe nadin AKP'ê tên cezakirin.   'HEKE KU ME DENGÊ XWE BIDIYA WAN REYÊN ME DI VÊ REWŞÊ DE NEBÛN'   Ji şêniyên gund Hatîce Kerçiyê (53) bi lêv kir ku ji ber rêya gund a xerabûyî wesayitên wan hemû xera bûne û wiha axivî: "Gundê me di îşkenceyê de ye. Tu alikariyê nadin me û em di bin zilmê de ne. Reyên gundên derdora me hemû çêkirine, lê ya gund me çênakin. Havînan jî avê nadin me. Em gelek zehmetiyê dikşînin. Di zivistanê de kolanên me herîne û havînê jî di tozê de winda dibin. Rêyên me xerabe ne û wesayitên me nikarin di van rêyan de bên û biçin. Ma ev ne îşkence ye? Ji ber ku em deng nadin wan rêyên me çênakin. Heke me dengê xwe bidaya wan niha rêyên me jî asfalt kiribûn. Dema ku nexweşên me çêdibin em bang ambulansê dikin nayê. Ji ber ku rê ne xweş e, nikare bê. Axa me şîrî ne û pîroz e, ji ber wê em dernakevin. Daxwaza me ew e ku rêyên gundê me çêbikin. Ew gundên ku xwedî hişmendiya wan rêyên wan çêkirine û her xîzmetekî jî ji wan re dikin. Gundê me xweş e lê li me nexweş dikin."   'TENÊ TRAKTOR DIKARIN DI VÊ RÊYÊ BIÇIN Û BÊN'   Muhammed Dalman (75) jî da zanîn ku ji roja ku gundê wan ava bûye heta niha rêyên wan di vê rewşê de ne û wiha got: "Ev çend sal in ku ev gund rayên xwe nadin wan. Ew jî ji ber vê rêyên me çênakin. Kî bê gund û rêyên me dibîne matmayî dimîne. Ji ber ku rêyên wê xerabe ne kesek qesta gund nake. Wesayitên me hemû ji ber van rêyan xerab bûne. Tenê daxwaziya me ew e ku rêyên me jî weke rêyên her gundekî bên çêkirin. Tenê traktor dikarin vê rêyê bi kar bînin."   'JI BER REYAN HATIN Û ÇÛYIN KÊM BÛYE'   Alya Sevilge (55) anî ziman ku gundê wan di demsala havînê de di nav tozê de ye û zivistanê jî di nava heriyê de ye û ev tişt got: "Rêyên gundên me gelek nexweş in. Ji ber ku di vî gundî de kesek rêya xwe nade wan rêyên me çênakin. Kesek nikare wesayitên xwe di vê rêyê de biajo. Di vî gundî de jiyana me nemaye. Em dixwazin ku rêyên me çêbikin lê çênakin. Gundê me di havînan de xweş e, lê ji ber rêyên wê çûyin û hatin jî kêm dibe. Her carê dibêjin ku em ê çêbikin lê ev 30 sal in çênekirine. Gund li me nexweş dikin. Her kes dibêje dê wesayîtên me xerab bibin ji ber wê kesek nayê gund."   MA / Zeynep Durgut