Bersiva ji bo pêşniyazpirsa der barê tenduristiya Abdullah Ocalan de: Ne têkildarî qada me ye 2024-01-23 22:41:11   ENQERE- Wezareta Tenduristiyê pêşnizpirsa têkildarî tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bersivan, derpêş kir ku rewşa tenduritiya wî ne têkildarî qada wê ya peywirê ye. Parlementerê DEM Partiyê Sezaî Temellî jî bertek nîşan da û got: "Ne têkildarî qada peywira ya tenduristiyê be, ne xwe dikeve kîjan qadê?"   Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, di 12'ê Mijdara 2023'yan de têkildarî tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di şertên tecrîdeke giran de tê girtin pêşniyazpirsek berpêşî Serokatiya Meclisê kiribû.   Di pêşniyazpirsê de ku hatibû xwestin Wezareta Tenduristiyê bibersivîne, pirsa rewşa tenduristiyê Abdullah ocalan hatibû kirin.    erpêş kir ku rewşa tenduritiya wî ne têkildarî qada wê ya peywirê ye. Parlementerê DEM Partiyê Sezaî Temellî jî bertek nîşanî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca da û got: "Ne têkildarî qada peywira ya tenduristiyê be, ne xwe dikeve kîjan qadê?"