Leşker û polîsên veguhestine Kurdistanê di rojeva Meclisê de ne 2024-01-23 17:24:20   ENQERE - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê bal kişandin ser leşker û polîsên beriya hilbijartinên herêmî veguhestine navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û xwestin ku ji bo ev rewş were tespît kirin û guman ji holê rabin komîsyona lêkolînê bê avakirin.    Serokwekîlên Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî têkildarî veguhestina leşker û polîsan a li Kurdistanê Pêşniyaznameya Lêkolînê pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.    Serokwekîlan di pêşniyaznameyê de diyarkirin ku bi hezaran hêzên ewlehiyê bi awayekî dijhiqûqî veguhestine herêmên ku DEM Partî lê xurt e û wiha gotin: “Bi dehan nûçeyên têkildarî hîleyên hilbijartinê di çapemeniyê de cih digirin. Bêhiqûqiyên ji aliyê partiya me ve hatine tespîtkirin, gihaştine wê astê ku rewabûna hilbijartinê leke dike.”   BI SER 50 HEZARAN E   Serokwekîlan, da zanîn ku li gelek bajar û navçeyên ku DEM Partiyê dengên zêde wergirtine bi sedan an jî heta bi hezaran kes veguhestine avahî û navnîşanan û ev hejmar ji 50 hezarî derbas kiriye. Di pêşniyaznameya ku navnîşanên leşker û polîs hatine veguhestin cih girt de wiha hate gotin: “Di vê çarçoveyê de ji bo liv û tevgera hilbijêran li gelemperiyê herêmê were lêkolînkirin, gumanên li ser hilbijartinên herêmî bên rakirin û ewlehiya hilbijartinê were pêkanîn komîsyoneke lêkolînê pêwîst e.”