Rojnameger Kanbal ji ber wêneyê parvenekiriye hat darizandin 2024-01-23 12:03:24   MÊRDÎN - Danişîna doza rojnameger Ahmet Kanbal hat lidarxistin ku ji ber wêneyê parve nekiriye tê darizandin.    Danişîna ewil a nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ku ji ber parvekirina nûçeyeke li ser hesaba xwe bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Rojnameger Kanbal û parêzerê wî Erdal Kuzu tev li danişînê bûn. Danişîn bi xwendina kurteya îdianameyê dest pê kir.    ‘DI NÛÇEYÊ DE WÊNEYEKÎ WIHA TUNE YE’   Kanbal, got ku parvekirina behsa xeberê aydê wî ye û ev tişt anîn ziman: “Ev ne cara ewil e ku ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê têm darizandin. Dîsa ji ber xebatên xwe yên pîşeyî têm darizandin. Di vê dozê de ji ber îdianameye pûç û vala têm darizandin. HSD’ê têkildarî helîkoptera ketî û 9 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da ye. Ajansa ku ez tê de dixebitim nûçeya vê çêkiriye û min jî ev nûçeye parve kiriye. Tiştekî sosret e ku ev yek li derveyî xebatên rojnamegeriyê bê nirxandin. Dozger, li ser arastekirina polîsan bêyî ku bixwîne îdianame amade kiriye. Di îdianameyê de wêneyê ku weke sûc hatiye nîşandan tune ye. Di wêneyê hatiye parvekirin de nexşeya ku sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide heye. Polîsan îdia kiriye ku nekarîne xwe bigihînin naveroka nûçeyê û wêneyê ku di nûçeyê de tune ye weke ku hebe nîşan dane. Di vê nûçeyê de wêneyeke wiha tune ye. Heke hebe jî sûc nîne. Divê dozger dema îdianameyan amade dikin bêhtir baldar bin.”    'JI BER XWE VE DELÎL AFIRANDINE’   Parêzer Erdal Kuzu jî bi bîr xist ku miwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê 5-6 caran hatiye binçavkirin û wiha got: “Miwekîlê min ji ber nûçeyên xwe bêalî tê darizandin. Di parvekirina wî de wêneyê kesên bi kamuflaja leşkerî tune ne. Lê di îdianameyê de weke ku hebin hatiye nîşandan. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê ji dozgeriyê re nivîs şandiye û dibêje ku ev wêneye nehatiye parvekirin. Li gel ku belgeyeke wiha nîne jî îdianame hatiye amadekirin. Tiştekî şerm e ku ji ber vê yekê bi ser mala miwekîlê min de bigirin û binçav bikin. Ji ber rojnamegeriya xwe ya muxalîf, rastî tacîza darazê tê. Lewma li vir tê darizandin. Tu eleqeya îdianame û dosyayê bi hev re nîne. Divê derheqê kesên ji ber xwe ve delîlan diafirînin de kirarî bên destpêkirin. Divê dadgeh biryarekî wisa bide ku êdî kesek nekare îdianameyên wiha amade bike.”    DÊ DOZGER MUTALAAYÊ AMADE BIKE   Piştre jî li ser daxwaza dozger navber hate dayîn. Piştre jî dozger ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. Dadgehê jî daxwaz qebûl kir û doz taloqî 1’ê sibatê kir.