Yekane xizmeta Yarka yê AKP’î ya ji bo Şirnexê bû çêkirina bîrdariyê 2024-01-23 10:20:15 ŞIRNEX - Mehmet Yarkayê AKP’î ku bi dengên leşker û polîsan weke Şaredarê Şirnexê hate hilbijartin û careke din weke namzet hate nîşandan, di pêvajoya 5 salan de şûna pirsgirêkên rê û avê yên bajêr çareser bike, tenê “Bîrdariya Komarê” çêkir.    AKP’a ku beriya hilbijartinên herêmî gelek leşker û polîs weke “hilbijêr” veguhestin bajarên bakurê Kurdistanê, namzetên gelek bajaran aşkere kirin. AKP’a ku di hilbijartinên 2019’an de bi “hilbijêrên hatin veguhestin” Şaredariya Şirnexê bi dest xist, careke din Mehmet Yarka weke namzet aşkere kir. Li Şirnexa ku di Hilbijartinên Giştî yên 2018’an de 32 hezar hilbijêr lê hebûn, ev hejmara di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de derket 40 hezarî. AKP’ê kesên ji Çanakkale, Trabzon, Rîze û Osmaniyeyê 8 hezar kes weke “hilbijêr” veguhestin Şirnexê. Li bajarê ku “hilbijêr lê hatin veguhestin” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 11 hezar û 194 deng, AKP’ê 19 hezar û 718 deng wergirtin.    Avahiyên TOKÎ’yê ku li 8 taxên di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê adara 2016’an de hate îlan kirin de di encama êrişên dewletê de ji holê hatin rakirin hatine avakirin, weke malzemeyê hilbijartinê hate avakirin. Avahiyên TOKÎ’yan ku fîrmaya bi navê MAY a aydê Mehmet Yarkayê di hilbijartinên 2019’an de namzetê AKP’ê bû çêkirin, veguherandin amûra gefê. Amirên mulkî yên bajêr bi ser avahiyên TOKÎ’yan bi gotinên “Heke em hilbijartinê winda bikin, em ê malan bi mûçeyeke di navbera 50 û 100 hezar lîreyan bidin we” gef li gel xwaribûn. Her wiha bi daxwaza Yarka yê namzetê AKP’ê belavkirina avahiyên TOKÎ’yan ku îhaleya çêkirina wan wergirtibû, taloqî piştî hilbijartinên hatin kirin.    DI 5 MEHAN DE 8 HEZAR Û 343 ‘HILBIJÊR’ HATIN VEGUHESTIN    Li Şirnexa ku beriya hilbijartinê dî sa bi “hilbijêrên veguhestî” bû rojev, AKP’ê careke din Mehmet Yarka weke namzet nîşan da. AKP’a ku careke din polîtîkayên xwe yên di sala 2019’an de pêk tîne, di 5 mehên ji 14’ê gulanê û vir ve de 8 hezar û 343 “hilbijêr” veguhestin. Ji van hilbijêran 4 hezar û 368 li avahiyên di nava 23’yemîn Fermandariya Tumenê ya Sînor a Cendermeyan de hatine qeydkirin.    XWEDIYÊ ÎHALEYÊN GIRTÎGEH Û TOKIYAN    Mehmet Yarkayê ku AKP’ê cara duyemîn kir namzet, ewilî di hilbijartinên 2004’an de ji partiya desthilatê bû namzet. Yarka yê hilbijartinên herêmî yên sala 2004’an winda kirin, piştî salekê bi Şîrketa Bazirganî û Senayiyê ya Endezyarî, Şêwirmendî Teahut û Înşaetê ya MAY’ê (MAY Înşaet) ku navenda wê Enqere ye ya bi malbata xwe re ava kir, dest bi wergirtina îhaleyan a ji dewletê kir. MAY Înşaeta ku girtîgeh û avahiyên TOKI’yê ava kirin, li gelek bajaran îhaleta înşaeta stadyûman wergirt. MAY Înşaeta ku wergirtina îhaleya Karê Çêkirina Merheleya 1’emîn a Qada Veguherîna Bajarvaniyê ya Hekîmbaşi ya li Umraniya Stenbolê ku bihayê wê milyarek û 297 milyon û 773 lîre ye hate rojevê, herî dawî li Hatay a di erdheja 6’ê sibatê ya navenda wê Mereşê de hilweşîneke mezin lê çêbû, îhaleya “Karê Çêkirina 500 avahiyên Erdhejê yên Çoltarê yên Merheleya 2’yemîn” wergirt.      MAY Înşaetê ji sala 2011’an ve di 12 salan de 18 îhale wergirtin. Şîrketa herî zêde ji TOKÎ’yê îhaleyan werdigire, her wiha ji Wezareta Dadê, Miduriyeta Giştî ya Karên Avahiyan û Îdareya Taybet a Bajêr a Şirnexê jî gelek îhale wergirtin.    Hin îhaleyên cemaweriyê yên dane MAY Înşaetê wiha ne:    - Girtîgeha Qeyseriyê    -Girtîgeha Afyonê   - Projeya Doc’s Vadî - Enqere   - Projeya 977 Avahiyên Komî - Xarpêt    - Stadyûma Dîlokê     - Stadyûma Akhîsarê - Manîsa    - Balafirgeha Colemêrgê    - Deriyê Sînor ê Sarp - Artvîn   - Şirnex 820 Avahî    - Şirnex 401 Avahî - navçeya Cizîr a Şirnexê    - Mêrdîn 542 Avahî    ŞÛNA JI GEL RE XIZMETÊ BIKE BÎRDARIYA KOMARÊ ÇÊKIR   Yarkayê ji cemaweriyê îhaleyan digire, li Şirnexa ku bi “hilbijêrên veguhestî’ weke şaredar hate hilbijartin, di pênc salên derbasbûyî de pirsgirêkên ragihandin û avê çareser nekirin. Li bajarê ku rêyên wê veguherîne çalan, binesaziya bajêr hate asta têkçûnê. Şaredariya di bin rêveberiya Yarka yê AKP’î de ji cenderme, miduriyeta polîsan û saziyên din ên fermî re dixebite. Yarka yê pirsgirêkên binesazî û ragihandinê çaresernekirin, herî dawî di sedsaliya damezrandina Komarê de bi 950 hezar lîreyan bîrdariyek çêkir.    LI AVAHIYA ŞAREDARIYÊ FERZKIRINA LÊGERÎNÊ    Sicîla Yarka yê AKP’î gelek zêde ye. Yarkayê şûna pirsgirêkên gel çareser bike polîtîkayên anîna li hemberî hev dimeşîne, herî dawî di ketina avahiya şaredariyê de X-Ray li endamên meclisa şaredariyê yên HDP’î ferz kir. Endamên meclisa HDP’ê yên bertek nîşanî vê yekê de ji aliyê endamên meclisa şaredariyê yên AKP’î ve bi gotina “Tu hevalekî ciwanî dê ji te re bibe heyf” gef lê hatin xwarin.    ÇALAKIYA XWENDEKARAN A LI DIJÎ VEGUHESTINÊ    Di serdema Yarka yê AKP’î de, pirsgirêka veguhestina nava bajêr veguherî krîzê. Gel bertek nîşanî kêmasiya wesayîtên veguhestina nava bajêr dikin, zemên li heqê wan hatin kirin dan. Xwendekarên Zanîngeha Şirnexê ya di derketina bajêr de ye, bi armanca pirsgirêkên dijîn şermezar bikin, bi rojan li ber avahiya zanîngehê çalakî li dar xistin.    BI HÎBEYA WEZARETÊ ŞOVA HILBIJARTINÊ KIR   AKP’a beriya hilbijartinên herêmî kete nava liv û tevgerê, hîbe da Yarkayê 5 sal in xizmetê nake re. Serokatiya Stratejî û Budçeyê ya Serokkomariyê û Wezareta Guhertina Avhewa û Derdor û Bajêrvaniyê beriya hilbijartinê ji bo kirîna wesayîtan 21 milyon lîre ji şaredariyê re şandin. Piştî ku Yarka bi wesayîtên kirî şova hilbijartinê kir, Serokkomariyê û wezareta têkildar, derbarê bikaranîna pereyan a ji bo kirîna wesayîtan belge xwest.    MA / Omer Akin