Hamzaoglû: Pêşhilbijartin mînaka demokrasiya rasterast bû 2024-01-23 09:56:23 STENBOL - Endamê MYK’a DEM Partiyê Onur Hamzaoglû diyar kir ku pêşhilbijartin yek ji mînaka demokrasiya yekser bû û wiha got: “Di siyaseta Tirkiyeyê de tiştekî nû bû. Armanca me ew e ku ji hêla dîroka siyasî ya cîhanê ve guherînên bingehîn pêk bînin.”  Amadekariyên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê berdewam in. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê, di 13-14’ê çileyê de sindoq danîn. Delegasyon, ji endam û rêveberên partiyê, ji nûnerên rêxistinên civaka sivîl û welatiyan pêk dihat û li gelek navendan namzet hilbijartin. DEM Partî xebatên xwe yên ji bo diyarkirina namzetên li rojavayê Tirkiyeyê jî didomîne. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ê DEM Partiyê, Onur Hamzaoglû têkildarî girîngiya hilbijartinên rêveberiya herêmî û stratejiya partiyê axivî.    PÊVAJOYÊN XWEREXNNEKIRINÊ   Hamzaoglû, diyar kir ku piştî encamên hilbijartinên giştî û yên serokkomariyê, di çarçoveya rexneyên girseya wan de dest bi pêvajoya xwerexnekirinê kirine û wiha got: “Ev yek, destpêka pêvajoya demokrasiyê bû. Raporên van civînên bi gel re hatin amadekirin û nîşaneyên stratejiya ku dê di hilbijartinên 31’ê adarê de bikeve meriyetê jî derketin holê.”   DEMOKRASIYA YEKSER   Bi domdarî Hamzaoglû anî ziman ku pêvajoya xwerexnekirinê ji bo pêşketina DEM Partiyê encamên girîng bi xwe re anî û wiha domand: “Pêşhilbijartin jî yek ji van encaman bû. Pêşhilbijartin, di dîroka Tirkiyeyê de tiştekî yekemîn bû. Li gorî lêkolînên me, di dîroka siyasî ya cîhanê de jî mînaka vê tune ye. Ev gav, mînakeke şênber a demokrasiya yekser bû. Şêweyeke rêveberiya ku xwe yekser dispêre vîna gel. Demokrasiya yekser, ji bo kevneşopiya DEM Partiyê pir girîng e. Heke hûn li metnên hilbijartinên 2023’yan binêrin, dibînin ku demokrasiya şoreşger ji xwe re kiriye stratejiya bingehîn. Armanca wê ew e ku guherînên biwesf bi xwe re bîne. DEM Partiyê bi pratîka pêşhilbijartinê re nîşan da bê ka demokrasiya yekser çi ye. Lewma li gorî min divê weke mîhrîncanekê bê pîrozkirin.”    BI DEHHEZARAN KES ÇÛN SER SINDOQAN   Di berdewamê de Hamzaoglû ev tişt anî ziman: “DEM Partî li ser fikirî bê ka pêşhilbijartin dikarin çawa bên lidarxistin. Tevî hemû zehmetiyan jî pratîkeke serkeftî hatiye raberkirin. Bi nûnerên 81 rêveberiyên herêmî re biryar hate dayîn û bi dehhezaran kes çûn ser sindoqê. Ev kes jî endamên partiyê, delege, kesên di hilbijartinê de ji hêla partiyê ve hatine peywirdarkirin, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên sendîkayan û hwd. bûn. Anku her kesên li wê herêmê cih digirin. Eleqeyeke zêde ya gel ji bo pêşhilbijartinan hebû. Di halê hazir de tevahiya îradeyê dewrî herêman hatiye klirin. Wan bi xwe biryar dan bê ka dê kî wan birêve bibe. Li dijî îktîdara ku îradeya gel xesp dike, gel got; ‘îradeya me di pêşhilbijartina me de ye.’ Bi rastî jî çûn ser her sindoqê. Aliyê herî girîng ê vê pêvajoyê ew bû ku veguherî piştevaniyeke xurt. Tevahiya şandeyan piştî encaman gotin; ‘belê namzetê/a me ya rast ev e.’”   PEYAMA DAYÎN ÎKTÎDARÊ    Hamzaoglû got ku divê îktîdar wateya van pêşhilbijartinan baş fêm bike û wiha pê de çû: “Divê dewlet vê bibîne; ev pêşhilbijartin, bersiva li dijî tayînkirina qeyûman bû. Anku gel xespkirina vîna xwe red dike. Gel bi xwe nûnerên xwe hilbijartin û gotin; ‘namzetên me ev in.’ Namzet ji hêla gel ve hatin erêkirin û em ê li benda encamên teqez bimînin. Bi pêşhilbijartinê re ji dewletê re gotin; ‘îradeya min ev e, tu nikarî qeyûm lê tayîn bikî.’”    LI ROJAVA LIHEVKIRINA BAJAR   Têkildarî stratejiya ji bo bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî Hamzaoglû ev nirxandin kir: “Em ê li gorî stratejiya ‘lihevkirina bajar’ tevbigerin. Em li gel lihevkirina kedkar, xizan, jin, ciwan û nûnerên bajar in. Em dixwazin ew bi hev re biryarekê bidin. Di vê çarçoveyê de em ê bi kes, rêxistinên pîşeyî, sendîka û partiyên siyasî re bên gel hev û namzetê wê herêmê diyar bikin.”     MA / Îbrahîm Irmak