Nobeda Adaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin 2024-01-22 16:51:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li Wan, Amed, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene û Stenbolê Nobeda Edaletê berdewam kirin. Malbatan di Nobeda Edaletê de diyar kiri ku dê Abdullah Ocalan azad bikin.    Li Wan, Amed, Mêrdin, Edene, Mêrsîn, Îzmir, Stenbolê çalakiyên Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Piştî girtiyên siyasî di 27'ê Mijdara 2023'an de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya gireva birçibunê kirin, malbatên girtiyan jî bi heman armancê li Amed, Wan, Stenbol, Mêrdîn, Edene û Mêrsînê nobeda edaletê berdewam dikin.      WAN     Nobeda Edaletê ku li Wanê di pêşengiya TUHAY-DER'ê de hatiye destpêkirin, di roja 49'an de berdewam kir. Çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya DBP'ê ya Bajar berdewam dike. Îro endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA û gelek kesên din çûn serdana çalakgeran û piştevaniya xwe anîn ziman.    Di kerdana çalakgeran de Eyne Atabay, anî ziman ku li girtîgehan 57 roj in girtî di çalakiya Gireva Birçîbûnê de ne û wiha gto: "Heta 15'ê Sibatê eger ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav neyên avêtin û tecrîd neyê rakirin, girti dê dest bi Rojiya mirinê bikin. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Em bang li parazvanên mafên mirovan, wezîrê dadê û nûnerên rêxistinên civakî dikin ku ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin gav bên avêtin.    Di Nobeda Edaletê de bê navber “Bijî berxwedana zindanan” û “jin jiyan azadî” berz kirin.    AMED   Li Amedê jî nobeda Edaletê di roja 49'an de li avahiya DEM Partî ya Navçeya Rezan didome. Nobeda ku di pêşengiya TUAY-DER'ê de dest pê kiriye, îro Dayikên Aştiyê yên Bismilê namzetên şaredariyan ên DEM Partiyê yên Bismilê Mizgin Ekinci û gelek welatî hatin serdana çalakgeran. di çalakiyê de bê navber dirûşm berz kirin û lîlandin.    MÊRSÎN    Li Mêrsînê jî Nobeda Edaletê ku di pêşengiya Çukurova TUAY-DER'ê de hatiye destpêkirin, di roja 50’an de berdewam kir. Çalakî li avhaiya Çukurova- TUAY-DER'ê didome. Dayikên Aştiyê û rêveberên saziyên civakî tev li çaakiyê bûn. Çalakgeran di çalakiyê de dirûşmeyên “Biji berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.    MÊRDÎN    Nobeda Edaletê ku li avahiya DBP'ê ya Mêrdînê dest pê kiriye, berdewam dike. Îro gelek saziyên civakî çûn serdana nobedê. Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Dêrîkê Selahattin Îzgî, anî ziman ku dê çalakiya ku ji bo azdaiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin dêli her derê belav bikin.    STENBOL    Nobeda Edaletê ku li Stenbolê bi pêşengiya MATUHAY-DER'ê hatiye destpêkirin, di roja 41'an de berdewam dike. Çalakî li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sancaktepeyê didome. Çalakgerên ku di çalakiyê de berdilkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" li xwe kirin, bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.    EDENE    Li Edeneyê jî Nobeda Edaletê bi pêşeniya AATUHAY-DER'ê di roja 50'î de berdewam dike. Çalakiya ku Dayikên Şemiyê nobedê digirin, gelek rêveberên saziyên sivîl piştgirî dan. Çalakgeran bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin û azadiya Ocalan xwestin.