DEM Partî: Alîgirên AKP'ê 4 hezar û 239 hilbijêr ji derve anîn Xalfetiyê 2024-01-22 14:14:54   RIHA - Gelê Xelfetîyê li dijî 4 hezar û 239 hilbijêrên nelirê ku bi hîleyan hatine qeydkirin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tevê hemû fen û fûtan ew ê şaredariyê bi dest bixin û bi ser bikevin. Rêvbera DEM Partiyê Ayfer Haykir, anî ziman ku ewê tevî hemû lîstokan di 31'ê adarê de şaredariyê bistînin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Parti) ya navçeya Xelfetiyê, têkildarî nelirêtiyên der barê hilbijêran de civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferit Şenyaşar, bernamzetên Şaredariyan ên DEM Partiyê û gelek endam û rêveberên saziyên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêvebera DEM Partiyê ya Xalfetiyê Ayfer Haykir, diyar kirin ku di 5 mehan de 4 hezar û 239 hilbijêr bi awayekî nelirê û bi lîstikan qeyd kirine. Rêveberiya DEM Partiyê da zanîn ku wan bi 70 rêbazên cuda îtîraz kirin û bi hinceta "Qapî bike û bizeliqîne" îtîrazên wan hatine redkirin.    Ayfer Haykir, anî ziman ku Partiya Aştî u Demokrasiyê (BDP) di hilbijartina 31'ê Adara 2014'an de ji sedî 58 (10 hezar û 458) deng girt û şaredarî bi dest xist û wiha got: "Di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Di hilbijartinên rêveberiya herêmî ya 31'ê Adara 2019’an de dîsa nelirêtî hat kirin. Nelirêtiyên ku di sala 2019'an de kirin, niha careke din vê nelirêtiyê dubare dikin. Niha beriya hilbijartina 31'ê Adara 2024'an herî kêm 3 hezar û 492 hilbijêr ji derve anîne navçeya Xalfetiyê. Ev hilbijêrên ji derve anîn e û li îkametgehên nêzî AKP'iyan qedy kirine. Di hilbijartinên dawî yên giştî de hejmara hilbijêrên navçeya Halfetiyê 26 hezar û 768  kes bûn. Di 1'ê Cotmeha 2023'an de 4 hezar û 239 hilbijêr lê zêde bûne û hejmara hilbijêran gihiştiye 30 hezar û 43 kesan.    ŞENYAŞAR: EM Ê HESAP JI SUCDARAN BIPIRSIN   Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Ferit Şenyaşar jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Desthilata AKP-MHP’ê hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê li gelek bajar û navçeyan nelirêtiyê dike. Berê jî bi van rêbaz û lîstikan şaredarî xezp kirin. Daneyên şênber hene. Niha bi heman lîstokan mafê gelê Xelfetiyê xezp dikin. Me îtîraz kirin, lê îtîrazên me red kirin. Lê em ê ji kesên ku suc kirine hesab bipirsin."