Gelê Amedê bi biryar e ku qeyûman bişîne: Em ê bajarê xwe bi rê ve bibin 2024-01-22 09:05:00   AMED - Welatiyên ku tevî pitika xwe yê nexweş, temenê xwe yê pêşketî tev li pêşhilbijartinên li Amedê pêk hatin bûn, wiha gotin: “Em ê qeyûman bişînin. Em dixwazin em bajarê xwe bi rê ve bibin.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ku namzetên hevşaredariyê yên Amed û navçeyên wê yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê diyar bike, duh pêşhilbijartin li dar xist. Delegeyên ku li navçeya Sûrê dengên xwe bi kar anîn, têkildarî pêşhilbijartinê axivîn.    ‘TÊKOŞÎN WÊ BIDOME’    Yek ji delegeyan Kemal Selçûk diyar kir ku wan pêşhilbijartin girîng dîti ye û wiha got: “Ji bo ku partiya me pergaleke wiha anî, em gelek keyfxweş in. Ji ber qeyûman erdnîgariya kurdan gelek bi paş ket. Ji ber ku tu xizmet nekirin. Bila êdî gund û bajêr vîna xwe hilbijêrin û xwedî li vîna xwe derkevin. Em ê qeyûman bişînin. Em li pişt vîna xwe ne, çiqas qeyûman tayîn bikin bila bikin, em ê dest ji vîna xwe bernedin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘EM ZILMA QEYÛMAN NAXWAZIN’    Necdet Sari, anî ziman ku li bajarên xwe êdî qeyûman naxwazin û li dijî pêkanîna qeyûm ku weke “zilm” bi nav dike, diyar kir ku xwedî li pêşhilbijartinan derdikevin. Sari, axaftina xwe wiha domand: “Bila gel hilbijêre. Em qeyûman naxwazin. Ev hilbijartin hilbijartinên dîrokî ne. Bila ji gelê me re bi xêr bin.”   BI PITIKA XWE YA NEXWEŞ DENG BIKARANÎ   Rûkiye Kaya, anî ziman ku bi pitika xwe ya nexweş tev li hilbijartinê bûye û wiha got: “Zaroka min jî nexweş e lê ez dîsa jî hatim. Em dixwazin partiya me serbikeve û em bajarê xwe bi rê ve bibin.”   ‘EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN QEYÛMAN’    Asaf Orûç, bertek nîşanî kesên vîna gel tune dihesibînin da û anî ziman ku di hilbijartinên bi coşeke mezin xwe jê ra amade dikin de dê bersiva pêwîst bidin qeyûman. Orûç ê got ku “Em di rêya Serokê xwe (Abdullah Ocalan) û gelê xwe de biçin” ev tişt gotin: “Îro ev hemû bi saya Serok hene. Ew taca serê me ye. Em neçar in ku li ser şopa wî biçin. Îro ji bo welatê me di girtîgehê de canê xwe dide. Hêj jî di bin îşkenceyê de ye. Dibêjin ‘kurd tune ne’. Kurd dê her tim hebin û serbikevin. Li dijî înkara kurd, vîna kurdan di holê de ye.”   Mehmet Han Balkan jî got ku “Em ê demokrasiyê bi pêş ve bibin” û anî ziman ku dê têkoşîna xwe bidomînin û serkeftinên xwe zêde bikin.   ‘YÊN KU SERBIKEVIN DÊ BIBIN KURD’    Naciye Topdemîr a 92 salî ku tevî temenê xwe yê pêşketî ji bo qeyûm bişîne çû ser sindoqê wiha got: “Em Amedê dest bixin. Bila qeyûm biçe. Tevî ku di vî temenî de çavên min diêşin jî ez ji bo gelê xwe hatim. Îşelah dê qeyûm biçe. Qet mereq nekin, em ê serbikevin.” Emîne Çakir a 86 salî jî ev tişt gotin: “Me bêqeza û bela dengên xwe bikaranîn. Em dixwazin azad bibin. Bila kurd qezenc bikin, azad bibin. Bila gelê kurd, zanatir bibe. Em zêdetir qezenc bikin.”   MA / Eylem Akdag