ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-22 09:00:01 * Welatiyên Cizîrê diyar kirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fikarên wan zêde dike û wiha gotin: “Xew nakeve çavê me. Em rewşa birêz Ocalan mereq dikin û dixwazin agahiyekê ji Îmraliyê bigirin.”    * Welatiyên ku tevî pitika xwe yê nexweş, temenê xwe yê pêşketî tev li pêşhilbijartinên li Amedê pêk hatin bûn, wiha gotin: “Em ê qeyûman bişînin. Em dixwazin em bajarê xwe bi rê ve bibin.”   * Sekretera Giştî ya Jinan a KESK'ê Done Gevher Koyun anî ziman ku hewcehî bi modela meclisa ku hemû pêdivî bi hevre tên wezinandin û hilberîna çareserîyê bi hevre tê kirin heye û wiha got: "Şaredariya demokratîk bi xebatek hevpar ku her kes xwe tevlê bike pêkan e.    * Li bajarên Serhedê ku AKP di hilbijartinan de encama dixwaze bi dest naxe, di 9 mehên dawî de 58 hezar û 945 deng hatin veguhestin.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, beriya hilbijartinê gelek neguhêzbarên aydê şaredariyê dewrî Miduriyeta Perwerdehiyê û xezîneyê kir.   * Nobeta Edaletê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)    * Bi sedan parêzerên ji saziyên maf û hiqûqê dê li dijî pergala tecrîda Îmraliyê serî li Wezareta Dadê bidin û li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin. (14.00) ZINDÎ