Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket 2024-01-22 08:41:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 214’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Wa tecrîd wedarîyo” derket. Rojnameyê vê carê hevpeyvîna ku Dr. Îsmet Konak bi Akademîsyene Sarah Glynne re li ser pêngavê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi kirmanckî kiriye derxist manşete.    Hejmara 214’an a Rojnameya Xwebûnê vê carê bi kirmanckî bi manşeta “Wa tecrîd wedarîyo” derket. Edîtorê Rûpela Kirmanckî Dr. Îsmet Konak vê hefteyê bi Akademîsyen Sarah Glynne re li ser tecrîdkirina Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û pêngava ku ji bo azadiyê hatiye destpêkiriı. hevpeyvîn kir. Akademîsyen Sarah Glynne diyar kir ku tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanî li dijî heqîqeta mirovahiyê ye û wiha got: “Tecrîd nayê qebûlkirin. Li dervê mirovahiyê ye.”    Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Bi êrîşan dixwazin DAIŞ’ê zindî bikin” cih da armanca êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî êrîşên dewleta tirk ên dawî diyar kir ku dewleta tirk bi salan e êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Demokratîk dike û got: “Bi van êrîşan derî ji çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên din vedikin. Xwestin DAIŞ herêmên me degir bikin. Êrîşî çavkaniyên jiyanê dikin. Dixwazin gel koçber bikin û Pergala Rêveberiya Demokratîk pûç bikin.”    Rojnameyê di bin manşetê de jî cih da Konferansa TJA’yê ku li Amedê pêk anîbû. Beşdara konferansê aktîvîsta filipînî û Sekretera Giştî ya Parêzerên Yekitiya Gel a Neteweyî Marîa Krîstîna Contî têkildarî têkoşîna jinên kurd ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku gelê kurd bi taybetî jî jinên kurd ji bo azadiyê têdikoşin.    Nivîskara rûpela jin, Munewer Azîzoglu Bazan bi sernavê “Azadiya Îzafî”, nivîskarê rûpela wêje, Kamran Simo Hêdilî bi sernavê “Helbest û felsefe”, nivîskarê rojnameyê Siyamed Sîpan bi sernavê “Bandora Xwezayê”, nivîskar Felemez Ulug bi sernavê “Xwedî li hebûna xwe derdikeve”, nivîskar Zinar Ronî bi sernavê “Îran xetereya mezin e”, nivîskar Kurdyar Direî bi sernavê “PDK çima siyaseta Tirkiyeyê pejirand?”, nivîskar Zîzê bi sernavê “Tahma Şêrîn a Salekê” û nivîskar Prof. Dr. Abdulîllah Polat jî bi sernavê “Stranên dengbêj Şakiro wekî terapiyê ne” di rûpelên rojnameyê de cihê xwe girtin.