Li Amedê otobûsek wergeriya: 9 kes birîndar bûn 2024-01-21 14:03:59   AMED - Li Amedê dema otobûsek li vîrajê dizivirî wergeriya û 9 kes birîndar bûn.    Wesayîta Dîcle Belediyesorê dema diçû navçeya Licê ya Amedê, li nêzî deşta Fîsê dema li vîrajê dizivirî wergeriya. Welatiyên ku bûn şahidê qezayê bang kirin û li herêma qezayê komên polîs û agirkujiyê û ambulans hatin sewqkirin. Nêzî 20 kes di wesayîtê de bûn û 9 kes birîndar bûn. Ji birîndaran 3 jê rakirin nexweşxaneyên Amedê û 6 jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Liceyê hatin kirin.