Girtiyê 30 salan Karagoz li Amedê bi coş hat pêşwazîkirin 2024-01-21 13:18:49 AMED - Ethem Karagoz ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, li bajarê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.  Ethem Karagoz (50) ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa F a Kiriklar a Îzmîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan di 19’ê çileyê de hatibû berdan. Karagoz, li bajarê xwe Amedê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Karagoz ku ji Îzmîrê hate Amedê, li Balafirgeha Amedê ji hêla rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bajar û navçeyan, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ve bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin.    ‘ROJÊN AZAD NÊZ IN’   Karagoz, kesên ji bo pêşwazîkirina wî hatibûn silav kir û wiha got: “Her çend ku ez ji girtîgehê derketibim jî, hevalên min hêj li hundir in. Lewma parçeyeke min li wir ma. Kefyxweşiyeke xemgîn dijîm. Ji bo me tevan rojên azad nêz in. Dema ew jî azad bûn wê demê em tevek dê bi hev re azad bibin.”    Piştî axaftinê, Karagoz tevî malbata xwe ber bi Bismilê ve kete rê.    ÇI BÛBÛ?   Ethem Karagoz di sala 1994’an de li navçeya Bismil a Amedê hate binçavkirin û piştî 21 rojên binçavkirinê, ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve hate girtin û şandin girtîgehê. Bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Di nava 30 salan de Karagoz li girtîgehên Erzirom, Dîlok, Burdur, Amed û Îzmîrê ma.