Ji bo girtiyê nexweş ê 31 sal in tê ragirtin, bangewazî hate kirin 2024-01-20 15:31:34   ÎZMÎR - ÎHD’ê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Badûr ê tevî yek gurçika wî hatiye girtin, stent li dilê wî xistine û tahliyeya wî 6 mehan hatiye dirêjkirin, daxuyanî da. ÎHD’ê wiha got: “Ji her encameke neyînî lijne û rayedar berpirsyar in.”    Şaxa Komelaya Mafên Mirovan a Îzmîrê di çarçoveya 283’yemîn çalakiya xwe de ya ji bo balê dikişine ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a Konakê, daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe şirîkê sûc, dimirin” hate vekirin. ÎHD’ê di daxuyaniyê de balê kişand ser rewşa girtî Mehmet Badûr ê di Girtîgeha Tîpa T ya Odemîşê de tê ragirtin.     Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek xwend.    31 SALÊN GIRTÎ, YEK GURÇIK, STENTA DIL    Di daxuyaniyê de Zilan Gumuş ewilî bal kişand grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de tên lidarxistin. Di berdewama axaftina xwe de Gumuş ser rewşa girtî Mahmût Badûr ê di sala 1965’an de li gundê Tinate yê navçeya Midyada Merdînê hatiye dinê û 31 sal e tê ragirtin, sekini. Gumuş da zanîn ku Badûr 59 salî ye û derbarê nexweşiyên Badûr de ev tişt gotin: “Di dawiya sala 1992’an de tê girtin. 31 sal in di girtîgehê de ye. Bi cezayê muebbetê tê mehkûmkirin. Piştî ku li gelek girtîgehan ma, niha li Girtîgaha Tîpa T ya Odemişê tê girtin. Di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de cih digire. Badûr ev demeke dirêj e nexweşiya dil pê re heye. Du caran krîza dil derbas kiriye, anjîyo bûye û di dilê wî de stent heye. Yek ji gurçikên wî jê kirine û ji ber vê yekê divê bi berdewamî were kontrolkirin. Li gorî agahiyên ku me ji malbata wî girtine, di çokên wî de şilek winda bûye. Bi ser de jî av ji çokên wî derxistin, ji ber ku av kom kiribûn û werimîbûn. Ger hûn bala xwe bidinê, Badûr di girtîgehê de gelek nêxweşiyan girt û nexweşiyên wî yên berê jî giran bûn. Heya ku bi vî awayî berdewam bike e neyînî zêde bibin û ev rewş bigihîje xalek ku veger nabe.”    6 MEH HAT TALOQKIRIN   Tevî hemû nexweşiyên wî û temenê wî yê mezin, Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê (ÎGK) berdana wî bi awayekî keyfî 6 mehan paşxist. Ev lijne û rayedar dê ji her neyînîyên ku çêbibin berpirsiyar bin. Wek parêzvanên mafên mirovan, nêzîkatiya rayedar û berpirsyaran a li hemberî girtiyên nexweş û Mahmut Badûr em ê ji nêz ve bişopînin. Ji girtiyên nexweş re azadî. Ji Mahmud Badur re azadî.”