Cezayê ku bi 'nîşeya îstixbaratê' li rojnamevan Yalçinê hatibû birîn hat xerakirin 2024-01-20 09:07:39 AMED - Eşkere bû ku dadgeha ku bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li rojnameger Nûrcan Yalçinê birî, dema ceza daye "nîşeya îstîxbaratê" ya ji Şaxa TEM'ê hatiye esas girtiye. Dadgeha Îstînafê ya ku dosyeyê lêkolîn kir, biryara dadgeha herêmî ne ji ber delîlên li dijî hiqûqê, bi hinceta lêkolîna kêm xera kir.    2 sal û mehek cezayê ku ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve li Rojnamevan Nûrcan Yalçinê hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat xerakirin. Di sala 2020'î de der barê Yalçinê de bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê", "endamtiya Komeleya Jinan a Rosayê", "parvekirinên medyaya sanal" û îfadeyên şahidê veşartî yê bi koda "ZS35SN58UV52PG10" hatibû vekirin, dadgehê ew spartiye "nîşeya îstixbaratê" ya ji aliyê Şaxa TEM'ê ya Amedê ve hatiye amadekirin.    Şandeya dadgehê ku di 22'yê Mijdara 2021'ê de biryar da, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "bêyî endama rêxistinê be alîkariya rêxistinê kiriye" 2 sal û mehek ceza li Nûrcanê birî. Dadgehê sal û 6 meh û 22 roj cezayê ku bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" birîbû, taloq kir.   Derket holê ku gava dadgeh biryar daye, "nîşeya îstîxbaratê" ya ji Şaxa TEM'ê hatiye esas girtiye. Ji lew re dadgehê di sedema biryara xwe de gava wekî delîl "endamtiya Komelaya Jinan a Rosayê", "parvekirinên medyaya sanal" û beyanên şahidê veşarî yê bi koda "ZS35SN58UV52PG10" rêz kirin, di nav de "nîşeya agahiyan" a ji Şaxa TEM'ê ve hatiye jî bilêv kir.    Li gor qanûnê tenê di dozên "sîxurtiyê" ya ji bo eşkerekirina agahiyên veşarî yên dewletê de, ji bo piştgirîkirina delîline din nîşeyên îstixabrataê dikarin esa bên girtin.    Cezayê girtîgehê yê li Yalçinê hat birîn, piştî îtirazê ji Dadgeha Herêmî ya Edliye ya Amedê re hat şandin. Daîreya Cezayê ya 2'yan a Îstinafê ceza xera kir. Dadgeha Îstînafê ya ku dosyeyê lêkolîn kir, biryara dadgeha herêmî ne ji ber delîlên li dijî hiqûqê, bi hinceta lêkolîna kêm xera kir.    Ji ber vê îstinafê ji bo jinûvedarizandinê dosyeyê hu Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê re şand.