Ji ber gotina ‘Birêz Ocalan’ a di daxwaznameyan de cezayê hucreyê dan girtiyan 2024-01-20 09:01:50 ANTALYA - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tên ragirin ji bo ku armanca çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidin ragihandin, daxwazname ji Wezareta Dadê re şandin. Derbarê 11 girtiyan de ji ber gotina “Birêz Ocalan” a di daxwaznameyê de, 11 rojan cezayê hucreyê hate dayîn.     Girtiyên siyasî yên di girtîgehên li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ev 55 roj in di greva birçîbûnê de ne. Ji van 11 girtiyên di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyê de tên ragirtin ji bo ku armanca xwe bidin ragirtin, ji Wezareta Dadê re daxwazname şandin. Ji ber gotina “Birêz Ocalan” derbarê 11 girtiyan de cezayê hucreyê hate dayîn.   Piştî ku girtî ji Wezareta Dadê re name şandin, Lijneya Dîsiplînê ya Girtîgehê derbarê 11 girtiyan de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de derbarê 11 girtiyan de ji bo her yekê 11 roj cezayê hucreyê hate dayîn.    Li ser vê yekê girtî ji bo ku cezayên huceyê werin betalkirin seri li 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Antalyayê dan. Dadgerî ji ber hinceta “Girtî têkildarî pirsgirêkeke xwe neketine greva birçîbûnê û di heman demê de gelek hikûmxwaran dest bi greva birçîbûnê kirine” serlêdan qebûl nekir.    Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Nagehan Avçîl anî ziman ku çalakiya girtiyên ketine greva birçîbûnê, sûcekî dîsiplînê nîn e.    Nagehan Avçîl da zanîn ku odeyên 1 û 3 kesî yên Tîpa S, di nava girtîgehên polîtîkayên tecrîdê tên sepandin de ye û anî ziman ku ev demeke dirêj e ku Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê bi binpêkirinên mafan di rojevê de ye.    DI ODEYÊN 3 KESÎ DE 5 KES TÊN RAGIRTIN   Avçîl, derbarê girtîgehên behsa wan tê kirin de ev agahî parve kirin: “Girtîgehên Tîpa S li gorî polîtîkayên tecrîdê hatin amadekirin. Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê li gel vê yekê hin odeyên li korîdorê vala kir û hin ranzayên nû xistin odeyên 3 kesî de û 5 kesan di odeyên 3 kesî de digirin. Ranzayên nû, qadên jiyanê yên girtiyan teng dike. Rêveberiya girtîgehê ji bo ku hin girtiyan tenê bihêle vê polîtîkayê disepîne.”   DAXWAZNAME BÊUSIL HATIN LÊKOLÎNKIRIN   Avçîl diyar kir ku girtiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bi provakasyon, zext û cezayan re rû bir û dimînin û anî ziman ku daxwaznameya girtiyên ji bo Wezareta Dadê şandibûn jî ji hêla îdareya girtîgehê wek bêusil hatiye lêkolînkirin.    NE SÛCÊ DÎSIPLÎNÊ YE   Parêzer Avçîl da zanîn ku name, fax û hwd. ên girtî ji bo saziyên fermî dişînin li gorî 73’emîn Madeya Qanûna Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê venêrîna wan nayê kirin û wiha pê de çû: “Îdareya girtîgehê bêyî usil da daxwaznameya ji Wezareta Dadê re hatiye şandin lêkolîn kir. Tu raye û mafê wan ya lêkolîna vê daxwaznameyê nîn e û ji ber gotina “Birêz Abdullah Ocalan” lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin. Mijara lêpirsînê jî ‘propaganda û perwerdeya rêxistinên sûcan’ hatiye diyarkirin. Anku dibêje girtî propagandayê ji saziya fermî ya Wezareta Dadê re kiriye. Dadgeriya 1’emîn a Înfazê ya Antalyayê bi sedemên berovajî îtîraza girtiyan red kir. Ji bo sedema redkirinê jî dibêje ‘Girtî ne ji bo pirsgirêkeke xwe ketiye greva birçîbûnê û di heman demê de gelek hikûmxwar ketine greva birçîbûnê.’ A rastî qebûl dike ku çalakiya greva birçîbûnê ne sûc e, lê belê li gorî armanca çalakiyê ya bîrdozî, biryarê dide.”    BERDEVKIYA DESTHILATÊ   Di berdewamiya axaftina xwe de Avçîl destnîşan kir ku biryar di çarçoveya polîtîkayên berdevkiya desthilatê dike de hatiye dayîn û da zanîn ku li gorî Madeya 40’emîn a Kanûna Derbarê Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê de, kirariya çalakiya greva birçîbûnê tenê ji hin çalakiyan bêbar hiştin e lê belê Dadgeriya Înfazê bi bîrdoziya xwe ya ku ser qanûnan digire, li gorî polîtîkayên çewisanidina girtiyan tevdigere.    Avçîl bilêv kir ku di danişînan de, mafê parastina bi kurdî yê girtiyan jî tê astengkirin.    DÊ GILIYÊ LI HSK’Ê BIKE   Avçîl destnîşan kir ku ew ê derbarê biryarê de giliyê li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) bikin û wiha axivî: “Biryara hatiye dayîn ne li gorî qanûnê ye. Li gorî polîtîkayên desthilatê hatiye dayîn. Dadgerî hikmên qanûnê nikare li gorî bîrdoziya xwe fireh bike.”   Di dawiya axaftina xwe de Avçîl da zanîn ku divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha derbirî: “Ya rewa, di çarçoveya azadiya xweîfadekirine de çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ye. Tecrîda têkuz ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê meşandin ne rewa ye.”   MA / Hamdullah Yagiz Kesen