Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin 2024-01-19 16:30:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Osmaniyeyê 3 kes bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. 12 kesên li bajarên cuda hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.    Di 16’ê çileyê de Stenbol, Amed, Edene û Dîlok jî di nav de bi giştî li 28 bajaran bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Beşekê binçavkiriyan derketin pêşberî dadger.    15 kesên li Osmaniye, Edene, Hatay, Mêrsîn û Antalyayê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibûn binçavkirin li bajarên cuda sewqî edliyeyê hatin kirin.    Ji 6 kesên li Osmaniyeyê hatibûn binçavkirin piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Osmaniyeyê hatin kirin. Ji welatiyan 3 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 3 jî bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin. Navên kesên hatine girtin nehat zanîn.    Bêrîvan Akalin ku li Edeneyê hatibû binçavkirin, rêveberê Rêxistina DEM Partiyê Şevket Temel û Bêrîvan Igin ku li Antalyayê hatibûn binçavkirin, Newroza Baran, Gamze Baran, Husey3ın Sapa, Ramazan Sapa û Rojat Tore ku li Erzîn a Hatayê hatibûn binçavkirin û Abdulhalîm Sungur ku li Toroslar a Mêrsînê hatibûn binçavkirin jî piştî îfadeyê hatin berdan.