Tahîr Temel ê 30 sal in girtî bû hate berdan 2024-01-19 12:06:54 RIHA - Tahîr Temel ê ji ber xebatên xwe yên siyasî 30 sal in di girtîgehê de dihat ragirtin, hate berdan.    Tahîr Temel di 26’ê çileya 1994’an de hate binçavkirin û bi hinceta “xerakirina yekitî û yekparebûna dewletê ” cezayê muebedê lê hatibû birîn, ji Girtîgeha Tîpa T a Depê ya Xarpêtê hate berdan. Temel bi rêzê li girtîgehên Mêrsîn, Elbîstan, Yozgat, Edene, Kurkçuler, Meletî, Wan, Mûş, Oltûya Erziromê û Gumuşxaneyê hate ragirtin. Temel di 30 salên girtî de, bêyî ku bixwaze 12 caran sewqî girtîgehên din hate kirin. Temel ê ji Girtîgeha Tîpa T a Depê ya Xarpêtê hate berdan ji hêla malbat û hezkiriyên xwe, li pêşiya girtîgehê bi çepik, tilîlî û kûlîlkan hate pêşwazîkirin.    Temel piştî hate berdan kevokên spî yên remza aştî û azadiyê firandin.    Piştî pêşwazîkirinê Temel û kesên pê re, ber bi navçeya Wêranşar a Rihayê ve ketin rê.