Hempîşeyên rojnameger Muftuoglû: Tolê hiltînin 2024-01-19 10:45:27 AMED - Hempîşeyên rojnameger Dîcle Muftuoglû bertek nîşanî neberdana wê dan û gotin dewlet tolê jê hiltîne. Her wiha ji bo tevlibûna danişîna dozê ya 29’ê sibatê banga piştevaniyê kirin.    Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû 9 meh in girtî ye û li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin. Di duyemîn danişîna dozê de dadgeriyê biryara domandina rewşa girtî ya Muftuoglû da. Hempîşeyên Muftuoglû bertek nîşanî neberdana wê dan.    ‘NAKOKIYA HIQÛQÎ HEYE’   Serokê Giştî yê Basin-Îşê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Turgut Dedeoglû diyar kir ku di danişîna Muftuoglû de gelek derhiqûqtî hatine kirin. Dedeoglû, axaftina xwe wiha domand: “Hevala me dîsa bi sedemên keyfî nehat berdan. Rojnamegerek di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de tê girtin û 9 mehan tên ragirtin. Lê belê rojnamegerên di heman lêpirsînê de hatine girtin tên berdan. Gelo ma li vir nakokiyeke hiqûqî nîne?”    'PÎŞEYA ME TÊ DARIZANDIN’   Bi domdarî Dedeoglû diyar kir ku di şexsê rojnamegeran de pîşeya rojnamegeriyê tê darizandin û wiha pê de çû: “Li vir pîşeya me tê darizandin. Rojnamegerên li rojavayê welêt bi qasî tê xwestin xwedî li dozên hempîşeyên xwe yên kurd dernakevin. Ev bêdengî bandorê li biryarên dadgehê jî dike. Divê bala çapemeniya cîhanê bidin vê herêmê. Dadgeh bi rehetî biryarên keyfî dide. Heke me bikariya IFJ, EFJ û rêxistinên din ên çapemeniyê yên cîhanê li vir kom bikin, heke sendîka qelebalixtir hatibûna vê derê dê biryarên dadgeran cuda bûna. Ji ber ku li vir ne kesek, pîşeyek tê darizandin. Îro di şexsê Dîcleyê de, di şexsê de tê darizandin. Pîşeya rojnamegeriyê pîşeyeke cemaweriyê ye û divê em xwedî lê derkevin. Heke em bitirs nêz bibin dê nekarin heqîqetê bigihînin gel. Banga min ji bo her kesî ew e ku tev li danişîna Dîcleyê ya di 29’ê sibatê de bibin.”    ‘TOLÊ JI ÇAPEMENIYA AZAD HILTÎNIN’   Endama Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Nûrcan Yalçin jî anî ziman ku rewşa heyî nîşan dide bê ka azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê di çi astê de ye. Yalçin, got ku tevî valaderxistina îdiayên şahidan jî Muftugolû nehatiye berdan û axaftina xwe wiha qedand: “Vê danişînê nîşan da ku girtina rojnamegeran girêdayî delîl û şahidan nîne. Girtina Dîcleyê, tolhildana li dijî Çapemeniya Azad e. Weke hevalên wê em dibêjin ku Dîcle bi tenê nîne. Dê sekna me ya li dijî vê bêhiqûqtiyê di demên pêş de jî bidome. Banga min ji bo her kesî ew e ku tev li danişîna di 29’ê sibatê de bibin.”