Li Mûşê mirina biguman a du xwendekarên dibistana seretayî 2024-01-19 10:08:34 MÛŞ - Li Mûşê 2 xwendekarên dibistana seretayî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.    Li Taxa Kulturê ya navçeya Gimgim a Mûşê xwendekarên dibistana seretayî P.A. (14) û Z.T. li avahiyekê terkkirî mirî hatin dîtin. Piştî agahdarkirinê, li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin veguhestin. Di lêkolîna ewil de hat diyarkirin ku zarokan jiyana xwe ji dest dane.    Cenazeyê her du zarokan rakirin Saziya Tipa Edlî ya Mûşê û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.