Li benda wê rojê ne ku vegerin Efrînê! 2024-01-19 09:13:31 ŞEHBA - Welatiyên efrînî ku ji ber êrişên dewleta tirk neçar man koçberî Şehbayê bibin anîn ziman ku li benda roja vegera li Efrînê ne û wiha gotin: "Di cîhanê de çi çek nîn e ku ji vîna mirov bi hêztir be. Vîna ma ji çekên NATO'yê bihêztir in."   Di şerê ku li Sûriyeyê du sala 2011'a de dest pê kir de gelek bajar wêran bûn, bi hezeran mirov jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes koçber bûn. Li Efrînê ku bi aramiya xwe dihat nasîn, jiyaneke hevpar ava kir. Avakirina vê jiyanê tirs xist dilê Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û di 20'ê Çileya 2018'an de êrişî bajarê Efrînê kir. Piştî êrişên Tirkiye û hevkarên wê, ji 300 kesî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dastan û nêzî 400 hezar kes neçar man ku koçber bibin. Koçberên ku li Şehbayê di kampan de bi cih bûn, li hemberî hemû zehmetiyan jî jiyanek nû ava kirin û li benda roja xwe ne ku vegerin Efrînê. Lê li hemberî vê yekê rejîma Sûrî, li herêmê ambargoyêk giran daya pêş xwe û nahêle mazot, derman, şîrê zarokan û hwd. derbas bibin.    Şêniyên Efrînê ku neçar man koçberî Şehbayê bibin di kampa Serdemê de jiyan xwe berdewam dikin. Ji şêniyan Muhammed Reşît û Newroz Haşîm di salvegera êrişê de axivîn.    'LI BENDA ROJA VEGERÊ NE'   Newroz Haşîm a ku di Komîteya Perwerdeya Kampê dê cih digire anî ziman ku piştî êrişên dijwar neçar man ku ji Efrînê derkevin û got: "Dema em hatin Şehbayê jî em rastî êrişan hatin. Em bi berxwedanê li Şehbayê man. Cîhan li hemberî êrişan kerr, lal û kor ma. Ji bo ku em ê rojêkê vegerin Efrînê em li Şehbayê man. Roja ku em vegerin pir nêz e. Em di vê baweriyê de ne. Em li Şehbayê 6 sala li ber xwe didin. Her roja me di nava berxwedaniyê de derbas dibe. Her roj êriş çêdibin. Ji bo em ji Şehba derkevin rejîma Sûriyeyê û dewleta tirk çi ji destê wan tê dikin."   'ME HEMÛ TIŞT DA BER ÇAVAN'    Haşîm, bal kişand ku di sala 2023'yan de ji aliyê dewleta tirk ve 8 hezar û 992 êriş li herêmê hatine kirin û wiha axivî: "Li hemberî êrişa berxwedaniyeke dîrokî heye. Li hemberî êrişa hemû kêmaniyên Şehbayê bi hevre li ber xwe didin. Vîna gel xurt e û wê vîna gel bi ser bikeve. Gelê Efrînê ji roja ewil ve li benda roja vegera li Efrînê ye. Rojekê ji ev biryar û xwestek kêm nebû. Kesê li Şehbayê mane hemû tişt dane ber çavan. Li hemberî me ji berxwedana pêştir çi rê tune ne."   'ZAROK BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDÊ DIBIN'    Haşîm, anî ziman ku zarokên li Şehbayê bi zimanê dayikê perwerde dibînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rejîma Sûriyeyê xwest asteng bikin lê bi ser neket. Niha li Şehbayê zarok bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibin. Ji bo ambargoyê me astengî kişandin. Pirtûk û materyal bi destê me neketin. Me bi hev re li ber xwe da û me bi hevre ye yek astengî li pişt xwe hiştin. Daxwaza herî mezin a zarokan vegera Efrînê ye. Em bi bawerin ev bêrîkirina wan dê di rojeke nêzde bi dawî bibe. Li Efrînê bi destê dagirkeran kurdî hatiye qedexekirin. Niha li dibistanan perwerde bi zimanê tirkî ye. Li Efrînê tirk nîn in lê navê kolana bi tirkî ye. Demografyaya herêmê hat guhertin. Bişaftin ketiye astek bilind. Lê çibikin bila bikin nagihin armanca xwe."    Newroz Haşîm zehmetî ye mayîna li kampê vegot û ev tişt anî ziman: "Zivistan e zehmetî zêde dibin. Rojê 2 saet ceyran heye. Bihayê mazotê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve her roj tê zêdekirin. Dixwazin gel û rêveberiya kampê werin li hemberî hev. Lê çi bikin ji gel bi rêveberiya xwe re tevdigere."   'ERIŞ 6 SALIN BERDEWAM DIKIN'    Muhammed Reşît (68) ê ku li Efrînê hatî dinê û mezin bûyî bibîr xist ku êriş 6 sal in bênavber berdewam dikin. Reşît bal kişand ser vîna gel û wiha got: "Gel bi felsefeya Serok Apo li ber xwe dide. Çiqas êriş bikin bila bikin wê encam nestînin. Sûcê şer her roj tên dubarekirin lê cîhan bêdeng e. Di êrişa da leşkerê Sûriyeyê jî jiyana xwe ji dest didin lê rejîm bêdeng e."    Reşît anî ziman ku piştî ku li Zapê kuştiye artêşa tirk zêde bûn dîsa êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û axaftina xwe wiha domand: "Rejîma tirk ji bo kuştiyê xwe û nerazîbûna gel veşêre êrişan zêde dike. Dixwazin nîjadperestan keyfxweş bikin. Ji bo vê herêmê sivîl tên bombebarankirin. Lê çi bikim bila bikin nikarin kuştiyên xwe yên li Zapê veşêrin."   'VÎNA GEL JI ÇEKAN BIHÊZTIR E'   Reşît, bal kişand ser pisgirêkên tenduristiyê û axaftina xwe wiha qedand: "Li herêmê tenê nexweşxaneyek heye û xizmet dide sedhezaran kesî. Ji bo ambargoya Şamê ceyran tune ye. Li nexweşxanê gelek beş jiber vê yekê girtî ne. Her roj pisgireke tenduristî zêde dibin. Derman tune ye. Ji ber vê yekê zarok jiyana xwe ji dest didin. Êrişên dewleta tirk, ambargoya Şamê, lîstikê Rûs û Îranê, bêdengiya cîhanê dibe sedema kuştina zarokan. Berpirsyarên hemû komkujiyan ew in. Lê bila vê bizanin ku vîna gelê Efrînê ji hemû çêkên wan bihêztir e. Hê jî vîna gel hêztir çekek ne hatiye afirandin. Çi dikin bila bikin em ê jiyana nû ava bikin. Em ê vegerin Efrînê."   MA / Emrûllah Acar