Dozger daxwaza berdewama girtina rojnamevan Muftuoglû kir 2024-01-18 15:29:59 AMED - Dozger, daxwaza berdewama girtina rojnamevan Dîcle Muftuoglû ya dîl girtî kir.    Danişîna duyemîn a Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz re hate binçavkirin û pişt re hate girtin li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê lidarxistin. Muftuoglû ya bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” nêzî 9 meh in tê darizandin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dîl girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Muftuoglû jî di danişînê de amade bûn.    Ji bilî nûnerên DFG’ê, DÎSK Basin Îş’ê û Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl danişînê dişopînin.   Dozgerê ku piştî beyanên şahid Kerem Gokalp mutalaya xwe aşkere kir, daxwaza berdewama girtina Muftuoglû kir.