Rojnameger Muftuoglû: Ji ber ku min rastî nivîsandin lewma têm darizandin 2024-01-18 14:40:34 AMED - Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ku girtî tê darizandin got ku ew ji ber nivîsandina rastiyan tê darizandin.    Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsîneke navenda wê Enqereyê de, di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatibû girtin. Duyemîn danişîna Muftuoglû li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê, Muftuoglû bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “avakirin û birêvebirina rêxistinê” tê tawanbarkirin. Muftuoglû, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. Her wiha parêzerên Muftuoglû di danişînê de amade bûn.    DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, MLSA û gelek rojnameger û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di danişînê de amade bûn.    ‘ROJNAMEGERÎ TÊ DARIZANDIN’   Şahid, tev li danişînê nebû. Muftuoglû di danişînê de axivî û wiha got: “Ji 3’yê gulanê ve ev 9 meh in girtî me. Di vê dozê de xebatên min ên rojnamegeriyê tên darizandin. Ev tablo êdî veguheriye astengkirina azadiya çapemeniyê. Ev rewş hem rojnamegeran hem jî gel mexdûr dike. Ji ber ku rastiyan dinivîsim lewma têm darizandin. Bi taybet jî zextekî giran li ser rojnamegerên kurd heye. Yek ji wan jî ez im.”