Doza têkildarî revandina zaroka êzidî hate lidarxistin 2024-01-18 13:47:23   ENQERE - Di doza têkildarî revandina zaroka êzidî de nûnerên rêxistinên hiqûqê û Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ji eywanê hatin derxistin.    Endamê DAIŞ’ê Sabbah Alî Oruç ku ji ber revandina zaroka êzidî bi sûcê “Zarok bi rêyên qaçax aniye Tirkiyeyê û ji azadiya xwe bêpar hiştiye” dihat darizandin. Duyemîn danişîna dozê li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin. Li gel Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê jî gelek kes ji bo şopandinê tev li danişînê bûn. Bersûc Oruç jî di danişînê de amade bû.    Nûnerên rêxistinên hiqûqê xwestin beşdarî danişînê bibin lê bi hinceta ku danişîna girtî ye ev daxwaz hate redkirin û ji hêla polîsan ve ji eywanê hatin derxistin. Şandeya dadgehê li dijî parêzeran gotina “Nasnameyên xwe deynin, ez ê giliyê we bikim” bi kar anî. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya jî ji eywana dadgehê hate derxistin.    Daxwazên beşdarbûnê yên parêzeran nehatin girtin. Parêzeran jî têkildarî mijarê girtekname girtin û gotin ku dê ji baroyê re ragihînin. Danişîn, bi awayekî girtî hat lidarxistin.