Bi kurê xwe yê girtî re hevdîtin kir: Divê em bibin dengê girtiyan 2024-01-18 11:01:43   ŞIRNEX - Galya Şahîn bi kurdê xwe yê li Girtîgeha Antalyayê tê ragirtin re hevdîtin kir û got: “Li ser wan gelek zext hene û divê em bibin dengê wan.”    Galya Şahîn ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê dijî, ji bo 45 deqeyan kurê xwe bibîne çû Antalyayê û piştî hevdîtinê vegeriya. Şahîn, diyar kir ku li girtîgehê zilm li girtiyan tê kirin. Şahîn, da zanîn ku kurê wê Yûsûf Şahîn di sala 2015’an di dema qedexeyên derketina d erve de hatiye girtin û ev 8 sal in girtî ye. Şahîn, got ku kurê wê di demên berê de li Girtîgeha Mereşê bû û piştî erdheja 6’ê Sibatê jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê hatiye kilrin.    ‘ZAROKÊN ME BI TENÊ NÎNIN’   Di berdewamê de Şahîn anî ziman ku di 1’ê çileyê de bi kurê xwe re hevdîtina vekirî kiriye û wiha dom kir: “Hefteyekê sekinîm û piştre çûm hevdîtina girtî. Ji bo malbat zarokên xwe nebînin, şandine cihên herî dûr. Lê bila bizanin ku ew bibin ku derê jî em ê biçin wir. Zarokên me bi tenê nînin. Heta mirinê jî em bi wan re ne. Ji vir heta Antalyayê derdora 24-25 saet rê ye. Em ewqas rê diçin lê tenê 45 deqeyan hevdîtinê dikin. Wê jî ji pozê me derdixînin. Em nikarin bi rehetî hevdîtinê bi zarokên xwe re bikin. Em piştî ewqas zehmetiyan diçin û bi dilbirîn vedigerin. Ev yek zilm e. Mirovekî têxin nav çar dîwaran û dema malbata wî tê jî nahêlin bi rehetî hevdîtinê bike.”    GEF LI MALBATAN XWARIN   Bi domdarî Şahîn bi lêv kir ku kurê wê têkildarî zextên li girtîgehê agahî da ye. Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min got ku gardiyan zextekî giran li wan dikin. Got ku her tim dikevin qawîşên wan, li korîdoran derdora wan digirin, dema bi telefonê diaxivin yek du gardiyan li ser serê wan disekinin. Girtî nikarin bi malbatên xwe re biaxivin, her tim axaftinên gardiyanan guhdarî dikin û mudaxele li axaftinên wan tên kirin. Got ku girtî nikarin bi malbatên xwe re sihbeteke taybet bikin. Min jî heman tişt dît. Di dema hevdîtinê de di navbera me de disekiniyan. Nehiştin em silavê bidin girtiyên li rex me disekiniyan. Gardiyanan bi gotina ‘heke hûn biaxivin em ê we ji vir derxînin’ gef li me xwarin.”    ‘JI BO ÇALAKIYAN DESTÛRÊ NADIN’    Şahîn, bi lê kir ku zexta li girtîgehan li gorî demên berê pir zêdetir bûye û axaftina xwe wiha qedand: “Kurê min got ku ev zext piştî greva birçîbûnê zêdetir bûne. Di demên berê de jî zext hebûn lê zêdetir kirine. Nahêlin girtî bi hevalên xwe re hevdîtinê bikin û çalakiyan li dar bixin. Ji bo ku girtî tev li çalakiyê nebin ev zext tên kirin. Lê çi bikin jî zarokên me dev ji îradeya xwe bernadin û ji rêya xwe venagerin. Divê weke kesên li derve em serî rakin û xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê em bibin dengê zarokên xwe û bi hev re tevbigerin.”