Jin û zarokên di girtîgehan de çi dijîn? 2024-01-18 10:15:57   AMED - Koordînatora CÎSST’ê Jiyan Ay diyar kir ku 383 zarok di girtîgehan de ne û got ku şert û mercên girtîgehan hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla ruhî ve bandoreke neyînî li ser dayik û zarokan dikin.    Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. 9 jê yên zarok û ciwanan bi giştî 405 girtîgeh li Tirkiyeyê hene. Bi taybet jî piştî vekirina girtîgehên bi tîpên “S” û “Y”yê re girtîgehên bi ewlekariyên bilind ji hêla fîzîkî û ruhî ve texrîbatên mezin li ser girtiyan dikin.    Koordînatora Navenda Piştgiriyê ya Komeleya Di Pergala Înfazkirina Cezayê de Civaka Sivîl (CÎSST) psîkolog Jiyan Ay têkildarî jin û zarokên di girtîgehan de ji ajansa me re axivî.    ‘HEJMARA GIRTIYAN ROJ BI ROJ ZÊDE DIBE’    Ay, da zanîn ku 292 hezar girtî û hikûmxwar di girtîgehan de ne û wiha got: “Di havînê de sererastkirineke înfazê kirin. Bi vê yekê re nêzî 80 hezar girtî hatin berdan. Di nav van de tu girtiyên siyasî nebûn. Beriya vê sererastkirinê hejmara girtî û hikûmxwaran nêzî 360 hezar bû. Ev hejmar di carekê de daxistin 270 hezaran. Piştre di nava çendek mehan de derket 290 hezaran. Texmîna me wisa ye ku dê di nava çendek mehan de derkeve ser kapasîteya xwe. Ji ber ku di nava mehê de gelek kes hatin bniçavkirin û dişînin girtîgehan.”    Bi domdarî Ay diyar kir ku li Tirkiyeyê 19 girtîgehên jinan hene û ev girtîgeh ji hêla fîzîkî û mîmarî ve ji bo jiyana jinan guncav nînin. Ay, axaftina xwe wiha domand: “Li gorî girtekên lêkolînê yên dawî yên Meclisê niha 12 hezar jin û 2 hezar û 600 zarokên temenê wan di navbera 12-18’ê de li girtîgehê ne. Hejmara zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehê de dimînin jî weke 383 hatibû diyarkirin. Derheqê zarokên bi dayikên xwe re dimînin tu dane di destê wezaretê de nînin. Ji peydakirina pedan heta gelek mijarên din, girtiyên jin gelek pirsgirêkan dijîn. Carnan hewl didin rûlihêfan ji xwe re pedan çêbikin. Ji ber vê yekê bi hinceta zirar dane malê saziyê, cezayên disiplînê lê tê birîn. Di mijara tenduristiya welidînê û tedawiyê de jin gelek pirsgirêkan dijîn.”    ‘HÊZA XEYALÊ YA ZAROKAN TÊ BISÎNORKIRIN’   Di berdewamê de Ay destnîşan kir ku girtîgeh ji bo psîkolojiya zarokên bi dayikên xwe re dimînin cihên bitendurist nînin û wiha pê de çû: “Di nava çar dîwaran de qada lîstikê tune ye û nikarin xeyalên mezin bikin. Xeyalên wan tên bisînorkirin. Hêza xeyalê tenê bi vegotina çîrokekê çênabe, gelek tiştên li derdorê û yên hawirdorî bandorê li ser dikin. Heke tu asîman, çûkan û xwezayê nebînî, mixabin pêşdîtineke jî nabe. Ev yek hem ji hêla fîzîkî ve hem jî ji hêla hizrî ve bandorê li zarokan dike û têkildarî vê lêkolîn heye.”    ‘HETA TÎREJÊN ROJÊ JÎ TÊN ASTENGKIRIN’    Ay, bi domdarî bal kişand ser girtîgehên bi tîpên “Y” û “S”yê û got ku girtî li vir bêhtir rastî tecrîd û îzolasyonê tên. Ay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet jî berevejî rojê hatine dîzaynkirin. Ji ber vê yekê jî girtî tavê nabînin. Ev yek jî dike ku ji hêla vîtamîna D’yê ve pirsgirêkê bijîn. Heta têlên dirêhî yên bi paceyan ve kirin nahêlin tîrehên royê yên ters tên jî bikevin hundir. Ji ber ku ronahî tune ye, di mijara çavan de pirsgirêkan dijîn. Hejmara van girtîgehan her ku diçe zêdetir dibe. Niha 7 girtîgehên bi tîpa S’yê û yên Y’yê jî di nava salekê de ji 3’yan derket 14’an. Tenê girtiyên siyasî lê tên ragirtin. Gelemperî hucreyên yekkesî û sêkesî hene. Bi tu awayî nikarin tev li çalakiyên civakî bibn. Girtiyên muebbeta giran 23 saetan di hucreya xwe de dimînin û saetekê derdikevin hewadariyê. Tevî vê yekê jî binpêkirin hene. Gelek girtî hefteyê saetekê an jî 3 hefteyan an jî mehê carekê derdixînin hewadariyê.”    ‘GIRTÎ MAFDAR IN Û DIVÊ BI DESTKEFTIYAN BIENCAM BIBE’    Ay, got ku li tevahiya girtîgehan di mijara xwarinan de pirsgirêk hene û di nava xwarinên de tiştên weke plastîk, kevir û hwd. derdikevin. Ay, bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan û axaftina xwe wiha qedand: “Ne tenê li girtîgehan, li derve jî tecrîd heye. Rastiyeke wiha heye; grevên birçîbûnê yên li girtîgehan şêweyeke serhildan û têkoşînê ye. Bêguman girtî di daxwazên xwe de mafdar in. Ji ber ku tecrîdeke girankirî heye. Bi rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan re dê ya li ser girtiyên siyasî jî rabe. Em nizanin dê ev pêvajo çiqas bidome lê hêvîdarim ku têkoşîna wan bi destkeftiyan biencam bibe.”    MA / Eylem Akdag