Li Hatayê kon û konteynir di bin avê de man 2024-01-17 16:40:15 HATAY - Ji duh ve li Hatayê baraneke zêde dibare û kon û konteynirên ku mexdûrên erdhejê tê de dijîn di bin avê de man.    Ji duh ve li navçeyên Antakya, Defne û Samandagê yên Hatayê baraneke zêde dibare. Baran, bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike. Bi baranan re ava Çemê Asiyê yê li Taxa Demîrkopru ya Antakyayê rabû û bi hezaran donimên erd di bin avê de man.    Ji ber barana zêde, bajarê konteyniran ê li gundê Meydanê yê Samandagê ku mexdûrên erdhejê tê de dimînin jî di bin avê de ma. Welatiyan û komên AFAD’ê ava ketiye konteyniran vala kir. Di heman demê de konên li taxên Degîrmenyolu û Akdenîzê yên navçeya Defneyê jî di bin avê de man. Cade û kolanên li navçeyên Antakya, Defne û Samandagê jî di bin avê de man.