Li Stenbolê dema binçavkirinê ya 21 kesan hate dirêjkirin 2024-01-17 16:28:12   STENBOL - Dema binçavkirinê ya 21 kesên li Stenbolê di encama serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hate dirêjkirin.    Stenbol, Amed, Edene û Dîlok jî di nav de duh li 28 bajaran bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di serdegirtinên malan de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Kesên li Stenbolê hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin û hat zanîn ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin. Hat diyarkirin ku ji bo dosyaya wan birara nepeniyê hatiye dayîn.    Rojek li dema binçavkirinê ya 21 kesên li midûriyeta emniyetê tên ragirtin hate dirêjkirin.    21 BINÇAVKIRΠ   Navên hinek kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul ve Gulsum Ozturk, Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz û Bedîa Gokguz, Seroka Komeleya Dema Jina ye Dîlek Başalan, Endama Meclisda Jinan a DEM Partiyê Beser Çelîk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Vetha Bîngol û Suna Kaymaz, Hevseroka HDP’a Geverê ya berê Selcan Saygi, ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Dîlan Suyu û Zehra Suyu, Sîhat Yilmaz, Şukran Tugay, Gonul Karaman û Yûsûf Açar, Bîrgul Muhîkanci, Nezihe Işik, Pervîn Tumbul, Tulay Guler, Remzî Çelîk û Zubeyde Aktay.”