HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin kir 2024-01-17 15:09:10   ENQERE - HSK’ê ji bo bijartina 4 endamên Dadgeha Bilind hilbijartin li dar xist. Serdozgerê Komarê ya Anadoluyê yê Stenbolê Îsmaîl Uçar ku bi îdianameya têkildarî “bertîl, şopandina kar û bêusûliyan” bûbû rojev weke endamê Dadgeha Bilind hate hilbijartin.    Ji bo bijartina 4 endamên Lijneya Giştî ya Dadger û Dozgeran, hilbijartin hat lidarxistin. Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç endamên hatine hilbijartin li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kir.    Cîgirê Wezîrê Dadê Hasan Yilmaz, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Ahmet Akça, Cîgirê Serdozgerê Komarê yê Anadoluyê yê Stenbolê îhsan Kamîl Akçadirci û dozger Îsmaîl Uçar ku li HSK’ê gilî kiribû weke endamên Dadgeha Bilind hatin hilbijartin.    Serdozgerê Komarê ya Anadoluyê yê Stenbolê Îsmaîl Uçar têkildarî “bertîl, şopandina kar û bêusûliyên” ji hêla hinek dadgeran ve tên kirin daxwazname ji Lijneya Dadger û Dozgeran re nivîsandibû.