Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê hate binçavkirin 2024-01-17 11:00:24   RIHA - Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Arslan di encama serdegirtina li navçeya Hewagê de hate binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li navçeya Hewag a Rihayê bi ser mala endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Rihayê Huseyîn Arslan de girtin û Arslan binçav kirin. Arslan birin midûriyeta emniyetê û têkildarî binçavkirina wî tu agahî nehatin parvekirin.