Li avahiya emniyetê ya Qereçobanê 320 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin 2024-01-17 10:56:43 ERZİROM - Li avahiya emniyetê ya navçeya Qereçoban a Erziromê 320 “hilbijêr” hatin veguhestin. DEM Partî dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîrazê bike.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Qereçoban a Erziromê bi 5 hezar û 417 dengan şaredarî bi dest xistibû. Namzetê AKP’î jî 4 hezar û 154 deng wergirtibû. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyê xurt e û serkeftina wê teqez tê dîtin. Hat zanîn ku piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan, 320 “hilbijêr” li navçeyê hatine veguhestin. Li avahiya hejmar 14 a li ser Cadeya Gunduzê ya Taxa Hacilarê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de tenê 3 hilbijêr hebûn lê ev hejmar derket 257’an. Di heman demê de li avahiya hejmar 13 a li ser Cadeya Hastaneyê ya Taxa Hacilarê tenê yek hilbijêr hebû lê niha derketiye 63’yan. Hat ragihandin ku avahiyê ewil avahiyên Midûriyeta Emniyetê ya Qereçobanê ye. Rêxistina DEM Partiyê ya Qereçobanê li dijî vê rewşê li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir.    ‘MUMKIN NÎNE KU LI AVAHIYEKÎ EWQAS KES BIJÎN’    DEM Partiyê di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de diyar kir ku mumkin nîne ku di avahiyekî de ewqas kes bijîn û midûriyeta emniyetê weke avahî were nîşandan. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku ev navnîşan bên lêkolînkirin û were tespîtkirin bê ka ji bo îqametê guncav in yan na. DEM Partiyê xwest ku qeydên van kesan bên lêkolînkirin û yên ne li gorî usûlê bên betalkirin.