Li Girtîgeha Sîncanê cil û name winda ne 2024-01-17 10:34:08   ENQERE - Siyasetmedarê girtî Bulent Parmaksiz ê li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku name û cilên tên şandin winda ne û da zanîn ku têkildarî mijarê rêveberiya girtîgehê û PTT berpirsyartiyê nagirin.    Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê serdema beriya niha yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bulent Parmaksiz ê ji Doza Kobanê girtî ye, binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîncanê ya lê tê ragirtin diqewimin bi rêya parêzeran ragihandin.    PEYAMÊN SERSAXIYÊ NEGIHIŞTINÊ    Parmaksiz, da zanîn ku nameyên wî winda ne, hewl dide bi nameyên biteahhut ku gelek biha ne bi xizmên xwe re bikeve nav têkiliyê û ev jî gelek bi mesref e. Parmaksiz, diyar kir ku peyamên sersaxiyê ku bi rêya faksê ji bo bavê wî par hatine şandin negihiştine destê wî. Parmaksiz, anî ziman ku têkildarî mijarê PTT gilî kiriye û pêvajoya qanûnî hêj berdewam dike.    NAMEM Û MONTÊ WINDA    Li gorî agahiyên Parmaksiz parve kirin, tiştên weke name û mont ku malbata wî di kanûna 2023’yan de bi rêya PTT’ê jê re şandine jî winda ne. Parmaksiz, bal kişand ku ji ber mont negihişt destê wî neçar ma montekî din bikire û malbata wî jî ji aliyê aboriyê ve zehmetiyê dikişine. Parmaksiz diyar kir ku di mijara tiştên winda de ne PTT ne jî rêveberiya girtîgehê berpirsyariyê nagire ser xwe.    SERLÊDANA LI ÎHD’Ê KIRIYE JÎ WINDA YE   Serlêdana Parmaksiz têkildarî pirsgirêkên dijî de di meha kanûnê de ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re tevî bi nameya biteahut şandiye jî hêj negihiştiye komeleyê. Parmaksiz got ku “Em nikarin pirsgirêkên xwe ji ÎHD’ê re jî vebêjin” û anî ziman ku nameyên wî bi zanebûn tên windakirin. Parmaksiz, herî dawî bang li raya giştî û parazvanên mafên mirovan kir ku binpêkirinên mafan ên diqewimin li ber çavan bigirin.    MA / Firat Can Arslan