Serokê Baroya Colemêrgê Canan: Li bajar bi qanûnan nayê kirin 2024-01-17 09:58:14 COLEMÊRG - Li Colemêrgê di her qadên jiyanê de derhiqûqtî di meriyetê de ne. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan diyar kir ku li bajar qanûn nayên bicihanîn û wiha got: “Binpêkirinên mafan her ku diçe zêde dibin.”    Li Colemêrgê hema hema her roj bi ser malan de tê girtin, gelek kes tên binçavkirin û girtin, rastî îşkenceyê tên û tevahiya van binpêkirinan jî bi polîtîkaya “necezakirinê” biencam dibin. Bûyerên îşkence û miameleya xerab ên di nava 9 mehên dawî de li bajar rû dayîn jî nîşaneya vê rewşê ne.    Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan   7 CIWAN HATIN DERBKIRIN   Di serdegirtinên malan ên di 29’ê gulana 2023’yan ên li Geverê de ciwanên bi navên D.K. (15), A.Y. (16), Rahmî Terzîoglû, Îsa Terzîoglû, Diyar Şedal, Ugur Şedal û Mûstafa Bor hatin binçavkirin. Ciwanên ku di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin, rastî îşkenceyê hatin. Di encama îşkenceyê de serê Mûstafa Bor şikest û li ser bedena wî şopên derbkirinê hebûn. Wêneyên wî jî bi raya giştî re hatin parvekirin. Tevahiya binçavkiriyan ên rastî îşkenceyê hatin piştre hatin berdan.    ŞIVAN RASTÎ TUNDIYA LEŞKERAN HATIN    Welatiyên bi navên Serhat T., Serkan T., Ercan O. û Selah T. ku li herêma Navberojan a navçeya Rûbarok a Colemêrgê pezê xwe diçêrandin, di 25’ê tîrmeha 2023’yan de ji hêla leşkeran ve hatin binçavkirin û îşkenceyeke giran lê hate kirin. Her 4 welatî bi hinceta “muxalefeta li dijî pasaportê” hatin binçavkirin û dadgeriyê bi şertê kontrola edlî biryara berdanê da.    POLÎSAN ESNAF DERB KIRIN   Di 20’ê îlona 2023’yan de li navçeya Şemzînanê polîs bi esnafekî re binîqaş çûn û bi qirika xwediyê kargehê girtin û gef lê xwarin. Li ser vê yekê esnaf û welatiyan bertek nîşandan. Polîsan gelek welatî û esnaf derb kirin û bi awayeke rasthatî gule li hewa reşandin.    TAZÎ KIRIN Û PIŞTRE JÎ ÎŞKENCE KIRIN    Di 7’ê cotmeha 2023’yan de li navçeya Geverê bi ser malan de hate girtin û 10 kes hatin binçavkirin. Her 10 welatî jî rastî tundiya polîsên tevgera taybet hatin. Ji welatiyan Vedat Ozeken ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, hate tazîkirin û derbkirin. Her wiha tevahiya cilên Bariş Ozçuk li ser hatin kirin, ava sar lê kirin û hate îşkencekirin.    DERÎ Û PACÊN MALAN HATIN ŞIKANDIN    Di hefteya ewil a sala 2024’an di 6’ê çileyê de li Taxa Baglara Jêr a Colemêrgê bi îdiaya “du kesên gumanbar hatine dîtin” tax hate dorpêçkirin. Polîsan bi ser malan de girtin, derî û pacên malan şikandin û alavên welatiyan belav kirin û zirar danê.    MALBATA PIRSA ‘DESTÛRA LÊGERÎNÊ KIRIN’ HATIN DERBKIRIN    Herî dawî jî di şeva 10’ê çileyê de polîsan li Taxa Nû ya Geverê bi ser mala malbata Kurt de girtin. Polîsên tevgera taybet deriyê malê şikandin û ferdên malbatê yên pirsa “destûra lêgerîn” kirin derb kirin. Di dema serdegirtinê de polîsan li hundirê malê gule reşandin. Îdrîs Kurt û Sitar Kurt ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin, piştî îfadeya li Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê hatin berdan. Têkildarî îşkence û miameleya xerab welatiyan rapora derbê wergirtin û serlêdana sûc kirin lê berpirsyar hatin parastin.    Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan têkildarî bûyerên îşkence û miameleya xerab ên li bajar ji hêla hêzên ewlekariyê ve tên kirin axivî.    CANAN: BINPÊKIRINÊN MAFAN ROJ BI ROJ ZÊDE DIBIN    Ergun Canan bal kişand ser tiştên di 10’ê çileyê de qewimîn û wiha got: “Ez bi xwe bûm şahid. Hêzên ewlekariyê bi çekan bi ser malê de girtin, derî û pace şikandin. Li dijî ferdên malbatê miameleyeke xerab hate kirin. Operasyonên bi vî rengî di demên dawî de li tevahiya bajar zêde dibin. Binpêkirinên li Colemêrgê her ku diçe zêdetir dibin. Îşkence û miameleya xerab li dijî destûra bingehîn, qanûn û hiqûqan e. Mimkin nîne ku em îşkence û miameleya xerab qebûl bikin. Tevî ku biryara lêgerînê nîne jî bi ser malê de tê girtin û ji zarokan heta kalan temamiya endamên malbatê tên derbkirin. Tu kes vê yekê qebûl anke. Bêguman em ê tevaiha binpêkirinên mafan bişopînin.”    BANG LI RAYEDARAN KIR   Bi domdarî Canan got ku li herêma wan dewlet bi çi qanûnan nake û axaftina xwe wiha qedand: “Ev serdegirtin ne cara ewil e tên kirin. Wisa xuya dike ku dê yên dawî jî nebin. Em ê her tim li dijî van bûyeran bisekinin. Ji hêla hiqûqî ve dê tişta ji dest tê bikin. Banga me ji bo rayedaran ew e ku li dijî van binpêkirinên mafan, miameleya xerab û îşkenceya li bajar tên kirin bi berpirsyartî tevbigerin. Weke baro çi berpirsyartî bikeve ser milê me em amade ne ku peywira xwe bi cih bînin.”