Bi sedhezaran kes dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin 2024-01-17 09:18:32   STENBOL -  Alîkarê Serokê Giştî yê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar diyar kir ku piştî meşa bi sed hezaran kesî dê li tevahiya Ewropayê bi boneya salvegera Komploya 15'ê Sibatê mîtîngekê li dar bixin û got ku ew hewl didin şandeyekê bişînin Îmraliyê.   Komploya navneteweyî ya di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin pêk hat, dê têkeve sala xwe ya 26'an. Di van salan de li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat çalakî bênavber berdewam kirin. Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku herî dawî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin, her diçe berbelavtir dibe.    Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) Mahmût Şakar tecrîda li ser Ocalan û kampanyaya azadiyê ya di vê çarçoveyê de tê meşandin nirxand.   ‘XALA HERÎ TARÎ'   Şakar anî ziman ku pergala tecrîda li Îmraliyê parçeyek û encama bêhiqûqiya komloya navdewletî ye ku di sala 1999'an de ji Sûriyeyê hat derxistin û got: "Mirov dikare Girava Îmraliyê wekî qadeke ku hiqûqa herî paşverû ya Tirkiyeyê lê nayê sepandin, pênase bike. Pergala tecrîdê ya Îmraliyê ji destpêkê ve bi awayekî derqanûnî hat avakirin. Ji ber vê yekê em wê wekî qadeke bêhiqûq bi nav dikin. Berê jî hevdîtina malbat û parêzerên birêz Ocalan dem bi dem dihat astengkirin. Lê em dikarin bibêjin ku 34 mehên borî xala herî xirab a pergala tecrîda Îmraliyê ye."    ‘NEÇARESERÎ TECRÎDÊ KÛRTIR DIKE'   Şakar diyar kir ku rewşa tenduristiya Ocalan sînorên fikaran derbas kiriye û got: "Nêzîkatiyeke metazirî heye." Şakar diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di çarçoveya polîtîkayên şer û qirkirinê de ku di pirsgirêka kurd de esas digirin, tecrîdê kûrtir kirine û got ku çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêkên siyasî yên têkildarî kurdan neçareserî ye.    Şakar bi bîr xist ku hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re her tim dihat astengkirin û hevdîtina herî dawî di sala 2019’an de pêk hatiye.    Şakar anî ziman ku her çend ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve di hiqûqa navxweyî de der barê Ocalan de bi hezaran dosya û serlêdan hatibin kirin jî, lê heya niha biryareke pozîtîf nehatiye dîtin. Şakar destnîşan kir ku çi li Tirkiyeyê çi jî li qada navneteweyî hiqûqa bingehîn esas nehatiye girtin.    HELWESTA SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ   Şakar helwesta saziyên siyasî yên ku biryarên saziyên hiqûqî yên navneteweyî dişopînin rexne kir û got: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, heta niha erka xwe bi cih neaniye. Di sala 2014’an de DMME’yê der barê mafê hêviyê de biryarek girt. Lijneya Wezîran piştî 7 salan ev yek xist rojeva xwe û hê jî tu pêşketin çênebûye. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî heta niha 9 rapor weşandine. Di wê raporê de hin pêşniyaz hene ku divê Tirkiye bi cih bîne, lê ew jî nehatin bicihanîn. CPT, di heman demê de saziyeke Ewropayê ye, ji ber vê yekê divê meclis li gorî biryarên xwe tevbigere. Lewma ev mekanîzmaya siyasî ji bo tecrîd û pirsgirêka kurd bi Tirkiyeyê re dikeve nava lihevkirinê."   TÊKILIYÊN BERJEWENDIYÊ   Şakar bal kişand ser têkiliyên berjewendî û siyasî û aborî yên Ewropa-Tirkiyeyê û got: "Her çend dem bi dem di qada siyasî de di navbera Rojava û Tirkiyeyê de alozî çêbibin jî, lê ev yek di warê pêkanîna  Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê de çênabin. Yek ji hêzên sereke ku berpirsiyar in jî ev sazî ne ku hêzên sereke ne. Bi qasî ku em Komara Tirkiyeyê rexne dikin, divê em van saziyan jî rexne bikin. Mekanîzmayên wekî CPT û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku di serî de ji muxatabên Tirkiyeyê berpirsyar in, erkên xwe yên li gorî peymanên navneteweyî pêk naynin. Ji ber ku di vî warî de ne xwedî helwest in, bi qasî Tirkiyeyê berpirsiyar in."   MEŞEKE BI BEŞDARIYA BI SEDHEZARAN KESÎ   Şakar destnîşan kir ku gelê kurd û gelên din li dijî polîtîkayên tecrîdê xwedî berxwedaneke mezin in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî karakterê siyasî yê tecrîdê gelê kurd di serî de birêz Ocalan 25 sal in di nava helwesteke cidî de ye. Bi taybetî jî wergerandina pirtûkên birêz Ocalan ji bo zimanên biyanî, ji bilî kurdan eleqeyek mezin li kesên din peyda kir. Ev eleqe jî li hemberî şert û mercên tecrîdê yên ku birêz Ocalan tê de ne bû veguherî bertekekê. Kampanyaya ku di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên Ewropayê dest pê kir, dewam dike. Li ser vê yekê pirtûk û berhemên birêz Ocalan hatin xwendin. Panel, meş, rojên xwendinê û çalakiyên şandina kartpostalan berdewam dikin. Ji ber salvegera komployê jî wê di meha Sibatê de meşên dirêj û girseyî bidomin. Ji xeynî vê, dê di 17’ê Sibatê de li gelemperiya Ewropayê meşeke bi beşdariya bi sedhezaran kesî bê lidarxistin. Eger Tirkiye destûrê bide, plan heye ku şandeyeke siyasî serdana Îmraliyê bike. Şert û mercên tecrîda li ser birêz Ocalan, azadiya wî û bi vê ve girêdayî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li navenda piştevaniya cîhanê bi cih bûye."    MA / Esra Solîn Dal