Martîna Anderson: Em îlhamê ji fikirên Abdullah Ocalan digirin 2024-01-17 09:03:00   AMED - Nûnera Sînn Feîn a Ewropayê Martîna Anderson tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û got: "Çendî di tecrîdê de tê girtin jî, em fikrên wî gelekî pêşverû dibînin û ji gelek kesan re dibin îlham."   Tevgera Jinên Azad (TJA) di navbera 13-14'ê Çileyê de li Amedê konferansa navneteweyî ya bi navê "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandıina Dîwarên Li Dor Girtiyên Siyasî yên Jin" li dar xist. Di konferansê de tecrubeyên girtiyên siyasî yên jin hatin parvekirin. Her wiha kargeh hatin lidarxistin û ji bo pirsgirêkên girtiyan re çareserî hatin pêşkêşkirin. Yek ji beşdarên konferansê Nûnera Sînn Feîn a Ewropayê Martîna Anderson, konferans, têkoşîna jinên kurd û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin.   Andersonê destnîşan kir ku konferansa hat lidarxitsin girîng e û divê organîzasyonên bi vî rengî pirtir bên lidarxistin û got ku çareseriya pirsgirêkan bi "fêmkirin û guhdarîkirina hev" dikare pêş bikeve. Andersonê got: "Ne tenê em li vir biaxivin û herin. Pêdiviya me bi plansaziyek stratejiyê heye. Bi vî rengî divê em vê yekê domdar bikin. Ji bo vê divê em kampanyayekê bimeşînin. Divê em rêyên hatine cem hev biafirînin."    Andersonê diyar kir ku tevgera jinên kurd û têkoşîna jinên îrlandî dişibin hev. Andersonê bal kişand ku gelê Îrlandayê bi salan e ji bo serxwebûn û mafê çarenûsiyê têdikoşe û got: "Gelê kurd jî bi heman rengî têdikoşe. Siyasetmedara Îrlanda Bakur Bobby Sands jî bi salan di girtîgehê de ma. Her wiha dest bi greva birçîbûnê kir û piştre jî ket meclîsê. Ji bo parlementeriyê hat hilbijartin. Siyasetmedarên gelê kurd jî bi vî rengî li ber xwe didin. Em kesên tên girtin em wan paşê di nava siyasetê de dibînin. An jî siyasetmedar di girtîgehê de ne."   Andersonê bal kişand ku zextên li ser gelê kurd û gelê Îrlandayê dişibin hev û got: "Em ji zext û polîtîkayên tundiyê yên li ser gelê kurd tên meşandin fêm dikin. Di dema pevçûnan de Îngilîstan li nava kolanan siyasetmedarên me gulebaran kirin. Gule li wan reşandin. Berdevkên partiyê û bêhejmar endamên partiyê li nav kuçeyê hatin gulebarankirin. Li Parlamentoya Ewropayê mafên mirovan hatin nîqaşkirin. Lê mixabingelek parlementerên wekî min ku mafên mirocan esas digirin tune ne. Gelek ji wan rastgir in. Bi Erdogan re têkiliyên wan baş in. Ji ber ku Erdogan di berdêla qebûlkirina penaberan li Tirkiyeyê de bi wan re peymanê çêdike. Di vê mijarê de berpirsyariya welatan heye. Weke me berpirsyariya parastina mafên mirovan heye. Berpirsiyarî dikeve ser milê me ku em gelek eksên mafên mirovan û têkoşîna azadiyê esas digire bişînin Parlamentoya Ewropayê."   'FIKIRÊN OCALAN ÎLHAM IN'   Andersonê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê tê girtin jî nirxand. Andersonê da zanîn ku fikrên Abdullah Ocalan gelekî pêşverû ne û cihê îlhamê ne û got: "Tevî ku bi salan e di girtîgehê de ye û di bin tecrîdê de ye jî, em fikrên wî gelekî pêşverû dibînin û ji gelek kesan re çavkaniya îlhamê ne. Ji ber vê yekê li paytexta Îrlandayê li ser dîwarekî navneteweyî posterê Abdullah Ocalan heye. Helbest ji devê mêrekî derketina van gotinan ji bo jinan îlham e û bibandor e."   MA / Eylem Akdag – Mujdat Can