Tura duyemîn a pêşhilbijartina li Cizîrê dest pê kir 2024-01-16 16:44:28   ŞIRNEX - Tura duyemîn a pêşhilbijartina ya DEM Partiyê ya li Cizîrê dest pê kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê, endamên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajar, duh li navçeya Cizîr a Şirnexê pêşhilbijartin li dar xist. Lê ji ber ku ji bernamzetan tu kesan jê rêjeya ji sedî 50 derbas nekir, pêşhilbijartin bo tura duyemîn nabû. Dengdayîna di tura duyemîn de ya ji bo bernamzetên jin Guler Tunç û Helîn Ergen û bernamzetên zilam Abdurrahîm Durmuş û Mesût Nart dest pê kir.    Tura duyemîn a pêşhilbijartinê li Eywana Dawetan a Azîzoglû tê lidarxistin û 13 sindoq hatine danîn. Tê payîn ku 2 hezar û 500 delege dengên xwe bidin.