Dê ji MÎT’ê were pirsîn bê ka ‘têkiliya derhêner Tekîn bi PKK’ê re heye yan na’ 2024-01-16 16:42:31   ENQERE - Derhêner Sîbel Tekîn dema belgefîlma “Jiyana di Tariyê de Destpêkirî” dikişand, hatibû binçavkirin, girtin û piştre hatibû tehliyekirin. Dê ji MÎT’ê were pirsîn bê ka “Têkiliya Tekîn bi PKK’ê re heye yan na.”    Derhêner Sîbel Tekîn dema belgefîlma “Jiyana di Tariyê de Destpêkirî (Karanlıkta Başlayan Hayat)" dikişand hatibû binçavkirin û girtin. Piştre jî jî tehliye bûbû. Derheqê Tekîn de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin û 5’emîn danişîna dozê li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate lidarxistin.    ‘DÎMEN NABIN MIJARA SÛCDARKIRIN’    Li gel Tekîn, parêzerên wê jî di danişînê de amade bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û bi parastina Tekîn dom kir. Tekîn, têkildarî rapora kesê pispor a di danişîna din de hatibû xwestin axivî û got ku dîmen û wêneyên di komputera wê de aydê wê nînin û ev yek nabe mijara sûcdarkirinê.    PARÊZER DAXWAZA BERAETÊ KIR    Parêzera Tekîn, Mehtap Sakîncî Coşkun jî got ku rapora kesê pispor biencam nebûye û lewma ne rapor dikare weke lêkolînekê bê nirxandin. Coşkun, anî ziman ku dema Tekîn hatî binçavkirin, tevahiya tiştên wê yên malê hatin desteserkirin û Midûriyeta TEM’ê lêkolîn kiriye lê ev dîmen di îdianameyê de cih negirtine. Coşkun, diyar kir ku tu delîlên “endamtiya rêxistinê” nînin û beraeta miwekîla xwe xwest.    Dozger jî xwest ku ji MÎT’ê were pirsîn bê ka tu têkiliyên Tekîn bi PKK’ê re hene yan na.    DÊ JI MÎT’Ê BÊ PIRSÎN    Şandeya dadgehê biryar da ku bila ji MÎT’ê were pirsîn bê ka tu têkiliyên Tekîn bi PKK’ê re hene yan na û danişîn taloqî 5’ê adarê kir.