Emniyetê bersiva ‘hilbijêrên’ gerok da: Ji bo tedbîqet û operasyonan e! 2024-01-16 16:36:09   SÊRT - DEM Partiyê li dijî 6 hezar û 643 leşker û polîsên beriya hilbijartinê li Sêrtê hatine veguhestin îtîraz kir. Îtîraz hate redkirin. Midûriyeta Emniyetê têkildarî van kesan agahî da û got; “Ji bo operasyon û tedbîqetê li bajar hatine peywirdarkirin.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê li dijî veguhestina 6 hezar û 643 “hilbijêrên” li Sêrtê hatine veguhestin û li 4 navnîşanên Şaxa Midûriyeta Tevgera Taybet hatine qeydkirin, di 12’ê çileyê de îtîraz kiribû. Lijneya Hilbijartinê ya Bajar têkildarî mijarê ji Midûriyeta Emniyetê ya Bajar agahî xwest.    BERSIVA EMNIYETÊ    Emniyetê di bersiva xwe de îdia kir ku kesên behsa xeberê ji ber “tevdîrên emniyetê” û “fealiyetên operasyonê” hatine peywirdarkirin. Li ser bersiva emniyetê, lijneyê îtîraza DEM Partiyê red kir. Di bersiva redkirinê de wiha hate gotin: “Beşekê van kesan ji bo teqwiyeya tevdîrên emniyetê li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar û Fermandariya Cendirmeyan a Bajar hatine peywirdarkirin. Beşekê wan jî ji bo tedbîqet û fealiyetên operasyonê hatine veguhestin.”    Her wiha di biryara redkirinê de hat diyarkirin ku van kesan navnîşanên xwe beriya 1’ê Cotmeha 2023’yan kirine û bi vê hincetê jî îtîraz hatiye redkirin.    DEM PARTÎ DÊ SERÎ LI YSK’Ê BIDE    Hat zanîn ku Rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê dê li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îtîraz bike. Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref  Tekîn got ku dê pêşiya tiştên hatine qewimîn bernedin û îktîdar hewl dide bi rêya leşker û polîsan bêusîliyê bike.    MA / Fethî Balaman