Nobeta Edaletê: Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin 2024-01-16 15:55:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li gelek bajaran Nobetên Edaletê domandin, bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên din û wiha gotin: “Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin.”   Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd li Amed, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Edene û Mêrsînê hatiye destpêkirin berdewam dike.    MÊRDÎN   Nobeta Edaletê ya li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê hatiye destpêkirin berdewam dike. Dayikên Aştiyê Nobeta Edaletê bi stranan û sohbeta li ser têkoşîna li dijî tecrîdê domandin. Dayikên tev li Nobeta Edaletê bûne daxwazên xwe anîn ziman.    Dayika Aştiyê Aysel Îlhan, anî ziman ku lawê wê Agît Îlhan piştî tev li PKK’ê bû di şer de jiyana xwe ji dest da û lawê wê Aslan Îlhan jî 16 sal in di girtîgehê de ye. Dayik Îlhan da zanîn ku lawê wê Agît beriya 14 salan li Sêrtê di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û hêj jî cenazeyê wî nehatiye dîtin û anî ziman ku dest ji lêgerîna cenazeyê lawê xwe bernade. Îlhan, bi lêv kir ku dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên din azad bibin ji ber vê yekê di Nobeta Edaletê de ne û wiha berdewam kir: “Heta ku ew azad bibin em ê di çalakiyê de bin. Em dixwazin malbatên leşkeran jî piştgiriyê bidin me. Dilê wan jî weke yê me dişewite. Bila ne dilê wan ne jî yê me bişewite. Em ji bo aştiyê li vir in.”   ‘EM AZADIYÊ DIXWAZIN’    Dayika Aştiyê Sureyya Yilmaz jî diyar kir ku lawê wî Şeyhmûs di sala 1993’yan de di şerekî de jiyana xwe ji dest daye û lawê wê Agît jî tev li PKK’ê bûye û wiha axivî: “Niha sax e ne sax e nizanim. 7 sal in çûye. Şeyhmûs jî şehîd bû lê em nizanin ka cenazeyê wî li ku ye. Ez ji bo edaletê hatim vir. Ji bo Serok Apo, ji bo girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de hatim vir. Em azadiyê dixwazin. Heta ku zarokên me dernekevin, heta ku Serok Apo dernekeve em li vir di nobetê de bin.”   STENBOL    Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Hevserok û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER), nûnerên DEM Partiyê yên Sûltangaziyê û gelek welatiyan ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin.      Di çalakiyê de bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Malbatên girtiyan bi pêşmalkên li ser nivîsa “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin û klamên kurdî hatin gotin. Welatiyên serdana Nobeta Edaletê kirin, bi tilîlî, çepik û îşaretên serkeftinê ketin eywanê. Welatiyên ji bo piştgiriyê serdana nobetê kirin, ji bo malbatên girtiyan helbest û çîrok xwendin.    ‘EM Ê HETA DAWIYÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN’    Yek ji malbata girtiyan Fînce Akman, bertek nîşanî binçavkirina 165 kesan ku Dayikên Aştiyê û çalakgerên Nobeta Edaletê jî di nav de îro li gelek bajaran bi serdegirtina malan hatin binçavkirin da û wiha got: “Îro gelek hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Ji ber ku dewlet ji jinan, ji dayikan ditirse. Em jî bi vîna xwe yek dayikek jî bimîne, em ê vê nobetê bidomînin. Em di vê daxwaza xwe de bi israr in. Dewlet me binçav dike. Îro dayik binçav kirin. Kî çi dike bila bike, em li rex dayikên xwe ne. Em ê heta dawiyê têbikoşin û têkoşînê mezin bikin.”   ‘EM TU CARAN JI DEWLETÊ NE TIRSIYAN’    Akman, da zanîn ku desthilat bi salan e êrişî gelê kurd, zarokên kurd, jinên kurd dike û hewl dide çavên wan bitirsîne û wiha berdewam kir: “Em ji vê saetê û şunde bi paş ve gavê naavêjin. Me beriya çend salan jî bi paş ve gav neavêt, em ê ji niha û şunde jî neavêjin. Zarokên me di girtîgehê de ne. Dewlet bi salan e me qetil dike. Em ji dewletê natirsin. Em tu car ji êrişên dewletê netirsiyan. Me bikuje jî, qetil bike jî çi bike bila bike em ji wê natirsin. Em ê bi vîna xwe têkoşîna xwe bidomînin. Me çawa heta îro li ber xwe da, têkoşiya, em ê ji niha şûnde jî têkoşîna xwe bidomînin.”   Piştî axaftina akman, nobet bi gotina stranên kurdî, çepik û tilîliyan berdewam kir.    EDENE   Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam dike. Aktîvîstên TJA’yê û rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Seyhanê îro serdana çalakiyê kirin. Di nobetê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate nûkirin.    Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    MÊRSÎN    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 44’an de didome. Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Ji tecrîdê re na, ji Abdullah Ocalan re azadî” hatin berzkirin.    Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sakîne Ertaş a di nobetê de axivî wiha got: “Em bang li hemû kurdan dikin. Bila bên piştgiriya me bikin. Bijî berxwedana zindanan.”   Nobetê pişt re bi klamên dayikan berdewam kir.    AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam kir. Welatiyên tev li nobetê bûn pêşmalkên ku bi tirkî û kurdî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Dayikan gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin û stranên bi kurdî gotin.   Halîme Topûz a di çalakiya nobetê de diyar kir ku bi vegotinê derde dayikan xelas nabe û wiha got: “Xwedê exlakekî wiha daye me ku çi dibe bila bibe, em devê xwe xerab nakin û şerkirinê qebûl nakin. Ez bang li Wezareta Dadê û Serokkomar dikim. Bila bi 10 dayikê tirk re me bînin bahev. Bila em du saetan sohbet bikin. Em derdê xwe ji wan re vebêjin. Me her tim gul da destê wan, wan çek dirêjî me kir. Me her tim aştî xwest, wan bi me re şer kir.”   Topûz, anî ziman ku 46 sal in şer berdewam dike û wiha berdewam kir: “Bila ne dayikên wan bigirîn ne jî em bigirîn. Bila dayikên leşkerên hatine kuştin jî bên. Çima em hev dikujin. Em vê çareser bikin.”   Piştî axaftinan, jinên di nobetê de çalakiya îro bi çepik û dirûşmeyan bi dawî kir.     WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 43’yan de berdewam kir. Rêveberên DEM Partiyê DBP'a Rêya Armûşê û şêniyên Taxa Bûzxaneyê serdana nobetê kirin. Yek ji şêniyên Taxa Bûzxaneyê Necmî Ozturk ê di serdanê de axivî, jinên di Nobeta Edaletê de silav kirin û wiha got: “Heke em bibin yek em ê di têkoşînê de serbikevin.”