Hrant Dînk dê li cihê lê hatiye kuştin were bibîranîn 2024-01-16 13:53:42   STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, dê di salvegera 17’emîn a qetilkirina xwe de dê li cihê lê hatiye kuştin were bibîranîn.    Gerînendeyê Weşana Giştî û damezrînerê Rojnameya Agosê Hrant Dînk, dê di salvegera 17’emîn a qetilkirina xwe de dê li cihê lê hatiye kuştin were bibîranîn. Bîranîn dê weke her sal di 19’ê çileyê de li ber buroya Agosê saet di 15.00’an de were lidarxistin.    Hevalên Hrant ên bernameya bîranînê li dar dixin, di metna bangê de cih da van gotinan: “Dema tetîkkêşê cînayeta Hrant Dînk beriya 17 salan Hran Dînk kuşt 17 salî bû. Îro bi awayekî serbest di nava me de digere. Kesên wê rojê gotin bikuje hêj li ser peywîra xwe ne. Bi ser navê darizandinê helwesteke ku mirov jê şerm bike hate nîşandan. Cînayeta Hrant Dînd weke lekeyeke mezin a di dîroka vî bajarî de disekine. Em îtîraz dikin, serî hildidin, daxwaza edaletê dikin.   Ji bo ku em li rex hev, serhildana xwe bi dengekî zêdetir bînin ziman û ji bo Hrant Dînk di salvegera 17’emîn a cînayeta wî de bi bîr bînin, em ê di 19’ê çileyê roja înê saet 15.00’an de li ber Mekana Hafiza ya 23,5 (Buroya Agosê ya berê) a li cihê lê hatiye kuştin bin.”