YSK’ê biryar da: Lîsteyên namzetan dê heta 20’ê sibatê bên radestkirin 2024-01-16 09:49:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî biryara YSK’ê lîsteyên namzetan herî dereng heta 20’ê sibatê dê radestî lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan bên kirin.    Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) têkildarî radestkirina lîsteyên namzetan ên derbarê Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê de di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Li gorî vê biryarê, lîsteyên namzetan dê heta 20’ê sibatê saet di 17.00’an de bidin lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan. Li gorî biryara YSK’ê serokatiyên navçeyan ên partiyên siyasî, lîsteyên namzetan ên têkildarî namzetên şaredariyan, endamên meclisên şaredariyan û endamên meclisa giştî ya bajêr radestî lijneyên hilbijartinê yên navçeyan; li bajarên mezin jî serokatiyên bajaran ên partiyên siyasî dê lîsteyên namzetan ên şaredariyên bajarên mezin radestî lijneyên hilbijartinê yên bajêr bikin.      Kesên dibin namzetên serbixwe jî piştî 7 hezar 228 lîre li sindoqa malê razandin dê meqbûzê jî li daxwaznameyê zêde bikin û heta 20’ê sibatê saet 17.00’an dikarin serî li lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyên bidin.