Li navçeya Peyas û Cizîrê hejmartina dengan bi dawî bû 2024-01-16 09:25:29 AMED - Hejmartina dengdayîna gel a li navçeyên Peyas û Cizîrê bi dawî bû.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê ji bo bernamzetên hevşaredariyê diyar bike, pêşhilbijartinê li dar dixe. Li navçeya Peyasê, dengdayîna gel a ji ber kêmasiyên teknîkî hatibû taloqkirin, duh dest pê kir. Hilbijartina dengan a heta serê sibê dom kir, hate temamkirin. Di hilbijartinê de 861 dengên derbasdar hatin bikaranîn û Berîvan Gulşen Sîncar bi 956 dengan, di tura ewil de hate hilbijartin. Bernamzetên mêr Muhammed Suleymanoglû 324 deng, Cengîz Dundar jî 267 deng stendin. Her du bernamzet jî dê di tura duyem de, careke din bikevin pêşbirkê.    Bi vî awayî li Amed û navçeyên wê tûrên ewil temam bûn. Dê dema pêşhilbijartinên tûra duyemîn di demekî kurt de bê diyarkirin.    CIZÎR   Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî duh sindoq hatin danîn. 4 bernamzetên jin 11 jî mêr tev li dengdayîna gel bûn. Dengdayîna gel ku hezar û 344 delege beşdar bûn ji tûra duyemîn re ma. Yek ji bernamzetên jin Guler Tunç 566, Hêlîn Ergen jî 384 deng wergirtin.    Yek ji bernamzetên mêr Abdûrrahîm Dûrmûş 411, Mesût Nart jî 335 deng wergirtin. Her 4 kesên dengên herî zêde girtin dê di tûra duyemîn de bikevin pêşbirkê. Tê payîn ku dengdayîn dê îro saet 13.00'an de li Eywana Dawetê ya Azîzoglû bê lidarxistin.