Ji Îmraliyê 34 meh in agahî nîne: Divê têkoşîna yekbûyî bê meşandin 2024-01-16 09:04:46   ENQERE - Nûnerên partiyên siyasî û saziyan ên li Enqereyê destnîşan kirin ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan ê 34 meh in agahî jê nayê wergirtin divê “têkoşîna yekbûyî” bê meşandin.    Girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji 27’ê mijdara 2023’yan ve di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Nûnerê Herêma Anatoliya Navîn ê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Ensar Bozkûrt, rêveberê Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ê Enqereyê Mehmet Alî Tosûn, Serokê Partiya Şoreşger a Yekbûyî yê Enqereyê Mûstafa Ûgûr Akkaya, Nûnera Rojnameya Alinterî ya Enqereyê Zarîfe Çamalan û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Enqereyê Fatîn Kanat, çalakiya greva birçîbûnê ku 51 roj li pey xwe hişt, nirxandin.    ‘MUXATAB ABDÛLLAH OCALAN E’    Nûnerê Anatoliya Navîn ê DBP’ê Ensar Bozkûrt, destnîşan kir ku tecrîd “sûcê mirovahiyê” ye û wiha got: “Tecrîd li tu dera cîhanê û di tu hiqûqan de nayê qebûlkirin. Ev tecrîd li dijî hemû gelên Tirkiyeyê hate pêkanîn. Bozkûrt, destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan girîng e û wiha berdewam kir: “Divê em vê pêvajoyê tenê ji girtîgehan re nehêlin. Çalakiyên piştgiriyê yên di vê çarçoveyê de hatine destpêkirin jî hene. Weke DBP em jî dê li Enqereyê piştevaniyê bikin.”   Bozkûrt, bi lêv kir ku rakirina tecrîdê dê geşedanên girîng ên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê bi xwe re bîne û wiha lê zêde kir: “Israra desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê, israra di şer û asîmîlasyonê de ye. Di vî wateyî de dema tecrîd hate rakirin, dê gelên Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê jî aram bin. Dê aştî were. Ji ber ku birêz Ocalan muxatabê vî karî ye. Ji bo ku em meseleyeke evqas girîng bikin civakî divê em zêdetir têbikoşin. Belê ev pêvajoyeke zor e lê dê kurd û dostên xwe vê tecrîdê rakin.”   ‘DIVÊ XWEDÎ LI ÇALAKIYÊ BÊ DERKETIN’    Rêveberê Rêxistina ESP’ê Mehmet Alî Tosûn jî wiha got: “Ya ku dikeve berê me ew e ku vê tecrîdê ji gelan re ragihînin. Di vî wateyê de divê bi vê yekê re eleqedar bibin û ji xwe re bikin armanc.” Tosûn, anî ziman ku divê xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê bê derketin û wiha berdewam kir: “Em mecbûr in ku tecrîd û neyîniyên ku ew bi qasî ku bi xwe re tîne ji holê rakin. Ev erka şoreşger û sosyalîstan e.”   ‘DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ BILINDKIRIN’    Serokê Partiya Şoreşger a Yekbûyî yê Enqereyê Mûstafa Ûgûr Akkaya anî ziman ku tecrîd belavî hemû Tirkiyeyê bûye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in tê tecrîdkirin. Tecrîd ne tenê li dijî Abdullah Ocalan tê pêkanîn, peyameke li dijî gelên Tirkiyeyê ye. Tecrîda li dijî gelên Tirkiyeyê ye. Heta ku em tecrîdê neşikînin, ne pêkane ku gelên me azad bibin.”   Akkaya, bal kişand ku yekane rêya rakirina tecrîdê “ji têkoşîna yekbûyî û kolanan re” derbas dibe û wiha berdewam kir: “Gelê kurd hestiyariya divê nîşan dide lê îro çîna karkeran a Tirkiyeyê û kedkaran di mijara rakirina tecrîdê de tu tişt nekirin. Em weke Partiya Şoreşger êm di nava hewldana vê de bin. Em neçarin guh bidin dengê li zindanan bilind dibe. Ji ber ku gelê Tirkiyeyê bi xwe ye ku rastî wê îşkenceya tecrîdê tê. Karker û kedkarên Tirkiyeyê ne. Ji ber vê yekê çîna karkeran, kedkar, tevgera şoreşger a li Tirkiyeyê neçare ku li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bike.”   ‘DIVÊ TÊKOŞÎNÊ BIBIN YEK’    Nûnera Rojnameya Alinteriyê ya Enqereyê Zarîfe Çamalan têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê destnîşan kir û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi tena serê xwe tê re nake. Divê li derve jî bersiv were dayîn. Ev tecrîd tenê li girtîgehan nayê pêkanîn, polîtîkayeke ku bandorê li hemû jiyana me bike ye. Divê weke çepgir û sosyalîstan têkoşînê bikin yek û vê birêxistin bikin. Girtî dixwazin hem tecrîda li ser wan hem jî tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Divê ev çalakî bi têkoşîna azadiyê ya gelan re bikin yek.”   ‘GUH BIDIN GIRTÎGEHAN’    Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî da zanîn ku di cîhanê de girtîgehên ku herî zêde çalakiya greva birçîbûnê lê tê kirin Tirkiye ye. Kanat, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got: “Pêvajoyeke bi awayekî keyfî cezayên dîsiplînê tên birîn, qedexeyên hevdîtinê, pirtûk û nameyan û gelek pêkanînên keyfî lê diqewimin hene. Em bang li hemû rayagiştî dikin; guh bidin girtîgehan. Em bang li desthilatê dikin ku dest ji van pêkanînan berde. Ji ber ku berdewama vê nîne.”