Tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê di greva birçîbûnê de ye 2024-01-16 09:02:47 AMED - Omer Atalay ê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin û di serê wî de parçeyê şarapnelê, di lingê wî yê çepê de berikê guleyê heye, tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê kete çalakiya greva birçîbûnê. Dayika wî Senîha Atalay, bal kişand ser daxwazên girtiyan û got: “Heta ku Serok azad nebe, em nikarin azad bibin.” Omer Atalay ê li Girtîgeha Hejmara 1’an a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin û di serê wî de parçeyê şarapnelê, di lingê wî yê çepê de jî berikê guleyê heye, di 8’ê çileyê de ji ber nexweşiya dil, di 9’ê çileyê de jî ji ber nexweşiya fitika piştî rakirin nexweşxaneyê.    Rewşa tenduristiyê ya Atalay ê ku di sala 2016’an de di dema qedexeyên derketina derve de li Sûrê bi birîndarî hat binçavkirin û bi îdîaya “xerakirina yekparebûn û yekitiya dewletê” , “hewldana kuştina kesekî wezîfeya xwe ya cemaweriyê pêk tîne” û “endametiya rêxistinê” 4 caran cezayê muebbetê yê giran û 13 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, her roja diçe xerabtir dibe.   NIKARE LINGÊ XWE YÊ RASTÊ BIKARBÎNE   Dotmama Atalay, Îrem Alkaş diyar kir ku di 9’ê çileyê de çû hevdîtina wî û anî ziman ku ji ber fitika Atalay teqiyaye nikare bimeşe. Alkaş, da zanîn ku divê Atalay ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê emarê (MR) bikişîne lê ji ber perçeyê şarapnelê û berikê guleyê yên di laşê wî de nikare bikişîne û bi lêv kir ku pismamê wî nikare pêdiviya xwe ya lavaboyê jî bi cih bîne.   Alkaş, anî ziman ku Atalay bi koma 3’yemîn a çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2023’yan de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin tevli çalakiyê bûye û anî ziman ku bi çalakiyê re pirsgirêkêwn tenduristiyê yên Atalay zêde bûne.    ‘CESARET DIDA’    Dayika Atalay, Senîha Atalay jî diyar kir ku beriya 3 hefteyan serdana lawê xwe kriye û rewşa lawê wê yê di çalakiya greva birçîbûnê de qet nebaş bûye. Atalay got ku “Dîsa jî cesaret dida”” û xwest ku girtiyên nexweş bên berdan.  Atalay, xwest ku lawê were dermankirin û wiha got: “Heke wî derman nekin, bila berdin ez ê derman bikim. Bila çareyekê bibînin. Dema kurê min dihate hevdîtinê nedikarî bimeşe, ma ev ne zilm e?”   Atalay, anî ziman ku heta Abdullah Ocalan azad nebe girtî dest ji çalakiya greva birçîbûnê bernadin û wiha gotin: “Serokê me 25 sal in di zindanê de ye. Destûrê nadin ne malbat, ne parêzerên wî pê re hevdîtinê bikin. Em vê qebûl nakin. Heta ku Serokê me azad nebe, azadî nabe. Bi azadiya wî dê tecrîda li ser gelên Tirkiyeyê rabe.”   ‘CIWANÊN ME CANÊN XWE DANÎNE HOLÊ’    Atalay, anî ziman ku girtî bi mirinê re rûbirû ne û bang li hemû cîhanê û gelê kurd kir wiha berdewam kir: “Em rabin ser piyan, dest bi bidin destê hev û biçin ber zindanan. Em li malê çi dikin? Ciwanên me canên xwe danîne holê em li malê bin? Divê em li ber zindanan bin. Em ji zarokên xwe baştir nînin. Em vê zilma wan êdî qebûl nakin. Bes e, bes e, bes e!”    Bav Haci Atalay jî diyar kir ku lawê wî piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan aciz bûye û xwest ku dengê girtiyan bê bihîstin û daxwaza wan bê qebûlkirin.